ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 9 Nîsan 2019
- Rojev
*Endama Koordinisyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Leyla Mustefa geşedanên dawî nirxand. Leylayê got:"DAÎŞ, li Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê hîn hene. Ji bo bi dawî bibe têkoşînek hevpar lazim e." DÎMEN HEYE
*Di serî de pençeşêr di civakê de nexweşî zêde bûne û gelek nebat jî di esasê de çavkaniya şifayê ne. Yek jî Hîbîskus e, bi rêjeyek bilind vîtamîna C tê de heye.
*Hevşaredarên Panos, Diyadîn û Bazidê, diyar kirin ku bi ked û têkoşîna jinê hilbijartin qezenc kirine û got ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan hedef dikin ku projeyên xwe bikin meriyetê.DÎMEN HEYE
*Sirma Încî diyar kir ku zewac di çarçoveya ‘saziya ku hezkirin veguhertiye têkiliya aydiyetê’ nixandin ne raste û got jinên li dijî ferzkirina mehrê û rolên zayenda civakî derdikevin, jinan tenê dihêle. Sirma, destnîşan kir ku divê jin xwe bi rêxistin bikin û ji koletiyê xilas bibin.
DÎMEN HEYE
*Hevala zarokatiyê yê girtiyê bi navê Muharrem Guneş ê li dijî tecrîdê 40 roj e di grevê de ye, Demet Onat diyar kir ku hevalên li girtîgehê ji bo gel berxwe didin û got divê di pêvajoyê de hemû kes bibin yek.DÎMEN HEYE
*Hevşaredara Yenîşehîr a Amedê Belgîn Dîken, diyar kir ku wek pêvajoya hilbijartinê wê ji vir şûnde jî bi gel re bimeşin û got: “Îradeya gelê me bi ser ket. Xespkaran winda kir.”DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Necah Husên derbarê hemleya xwe ji ajansa me re axivî. Necahê got: "Em wek Rêxistina Sara têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê û parastina mafê jinê û civakê didomînin. Jinan bi rêxistin dikin. Divê civak jî alîkariya me bike û em bi hev re li dijî tundiyê bisekinin."DÎMEN HEYE