Rojnameger Kîbriye Evren xwîn vedireşe
- 17:20 8 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Hat diyarkirin ku Rojnameger Kîbriye Evren a ji 16'ê Kanûna 2018'an de li Girîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye xwîn vedireşe, ji roviyên Evîn Kaya xwîn tê û roviyên Hîlal Olmez jî nema dixebitin.
Greva birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de hat destpêkirin roj bi roj belav dibe. Çalakiya greva birçîbûnê ya Rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 16'ê Kanûna 2018'an de dan destpêkirin di roja 114'an de berdewam dike û rewşa tendirustiya wan ber bi xeterê ve diçe. Îro di hevdîtina girtî ku bi xizmên xwe re kirin de diyar kirin de jinên girtî diyar kir ku tendirsutiya wan krîtîk e û êdî di meşê de zahmetiyan dikişînin.
Girtiyan derbarê rewşa xwe de wiha got:
*Kîbriye: Min di hefteya borî de dest bi kuxikê kir. Ez vereşiyam û bi vereşandina min re jî xwîn hat. Ez gelek diwestim, serê min û hestiyên min diêşin, bê xwiyê dikişînim û di warê meşê de jî zahmetiyan dikişînim.
*Evîn Kaya: Herdaîm ji roviyên min xwîn tê. Di rojên dawî de nikarin vexwarinê bi kar bînim, nikarim bimeşim û rewşa min krîtîk e.
*Derbarê rewşa Hîlal Olmez ku ku cezyê ragihandinê lê hatiye birîn de jî hevalên wê ev tişt ragihandin: Pirsgirêkên roviyan dijî, roviyên wê naxebitin û ji ber vê jî pirsgirêka qevzbûnê dijî.
Xizmên gitiyan ku bal kişandin ser rewşa Kîbriye, Evîn û Hîlalê gotin ku her sê girtiyan jî gotine em mudaxeleya bijîşkan red dikin.
Herwiha ji jinên gitî Mehtap a ku paşnavê wê nehat zanîn û Zulfuye Kîşmîr ku 39 roj in di grevê de ne jî rewşa tendirustya wan ber bi xirabûnê ve diçe û hat ragihandin ku pirsgirêka bêhaliyê dijîn. Herwiha hat ragihandin ku Zulfiye û Mehtap ji ber 40 rojên çalakiya xwe danegirtine ji laiyê rêveberiya girtîgehê ve ji wan re vîtamîna B12 jî nayê dayîn.