Ji Rêxistinên Sivîl ên Civakî bang: Bila bijîjkên serbixwe biçin girtîgehan
- 15:09 8 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Mêrdînê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe bang kirin û gotin: “Bila tendirustiya girtiyên di grevê de ji aliyê bijîjkên serbixwe ve bê şopandin."
Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Mêrdînê, li avahiya ÎHD'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên di grevê de daxuyanî dan. Daxuyaniya ku hat dayîn, Li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl endamê Odeya bijîjkan a Mêrdînê Tuncay Gokçen xwend.
Tuncay, anî ziman ku ew bi gûmana li girtîgehan di encam girevên birçîbûnê yên hatine destpêkirin de mirin û seqetmayîn çêbibin û wiha got: “Em di pêwajoyeke ku rojev tim tê gûhertin de ne. Biqasî jiyana mirovan tu tiştekî girîng tune ye."
'Li Girtîgeha Mêrdînê 142 girtî di grevê de ne'
Tuncay, di berdewama axaftina xwe de got ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên ku dest bi grevên birçîbûnê kirine ji aliye komisyona girtîgehê ya ÎHD’ê ve tên şopandin û bi girtiyan re hevdîtinên ku hatin kirin de ev tespît hatine kirin: “Di girtîgeha Mêrdînê de ji 5’ê Çileyê de yek jê jin 9 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 3’ê Adarê de ev hejmar bi kesên nûh ku tevli çalakiyê bûn re gihîşt 133'yan û di nav demê de bi tevlibûnên nû re ev hejmar niha 142 ye. Li her qawîşekê tenê refaqat çiyek heye ji bo girtiyên di grevê de. Her roj bijîjkek û memurek ji bo tendirustiya gitiyan kontrol bikin diçin girtîgehê û rewşa wan dişopînin. Lê belê girtî mudaxaleya tibbî û muayaneya fizikî ret dikin. Bi tenê kîloya girtiyan, tansiyon û nebza wan tê pîvan. Her wiha hat zanîn ku girtî ava paqij bi pere digirin. Koma yekem a ku di greva birçîbûnê de ne di roja 93’an de çalakiya xwe berdewam dikin. Rewşa wan her ku diçe xirab dibe û tendirustiya wan têk diçe."
'Bila heyetek xweser biçe'
Tuncay, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew wek heyatek grevên birçîbûnê dibêjin ku divê ava paqij ji aliye rêvebirya girtîgehê ve bê dayîn û wiha pêde çû: “Bi dirêjbûna dema grevên birçîbûnê re rewşa çalakvanan giran dibe. Bi çalakvanan re nexweşiyên wekî dilxelîn, zeyîfbûn, westandin, ketina tansiyonê çêbûne. Em dixwazin ku ev hemû li ber çavan bên girtin û heyetek xweser a tendirustiyê biçe li girtîgehan lêkolînê bike.
'Bila daxwazên girtiyan bên bicihanîn'
Tuncay, di dawiya axaftina xwe de got ku ew aliyê jiyanê ne û mafê jiyanê diparêzin û wiya dawî li axaftina xwe anî: “Beriya ku mirin dest pê bikin daxwaza girtiyan divê bi cih were anîn û tecrîd bê rakirin.”