Sîmgeya hevpar a berxwedana gelan: Cejna Newrozê

  • 09:09 17 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL- Newroz li gelek erdnîgariyan wek mizginiya biharê ji aliyê gelan ve tê pîrozkirin. Ji bo Gelê Kurd jî sembola serhildan, berxwedan û azadiyê ye. Ji Kawayê hesinkar heta Mazlum Doganan, dirêj bûye û niha jî berxwedan li zindanan didome.
 
Newroz ku bi qasî dîroka mirovahiyê kevn û bi kok e, di serî de ji aliyê gelên Rojhiata Navîn ve, ji aliyê gelên Asya Navîn û Balkanan ve jî wek hatina biharê, wek destpêka sala nû tê pîrozkirin. Bi giştî Newroz bi teşeyê şahiyên biharê tê pîrozkirin. Li Afganîstanê Misliman, Gagavuz jî wek cejna ola Ortodoks pîroz dikin. Ji bo kurdan jî wateya wê pir cuda ye. Paşeroja Newrozê digihêje 4 hezar û 350 sal berê. Li Perestgehên Gutîyan a kalê kurdan dihat pîroz kirin. Newroz tê wateya ‘Roja nû’ û navê pîrozbahiyan jî wek ‘Zagmuk’ dihat bi navkirin. Agir dihatin pêxistin û kral diket nav gel. Ev kevneşopî piştî Gutîyan, Hurrî, Kassît, Mîtanî, Urartu û Medan ve hat berdewam kirin. Di Zerduştiyê de jî xweşbînî, hezkirin, yekitî û bereketê îfade dike.
 
Sembola berxwedanê Newroz
 
Ji aliyê kurdan ve jî Neweroz cejneke gelek kevne û beriya Zayînê di 612’an de Kawayê Hesinkar yê Medî li dijî kral Deqehak yê zalim, têdikoşe û bi ser dikeve. Ji ber vê di alî Kurdan de jî bi sedsalane Newroz wek sembola berxwedanê tê zanîn. Li girtîgeha Amedê Mazlum Dogan ‘Kawayê Hevdem’ di 21’ê Adarê de ev berxwedan da berdewam kirin.
Her wiha Newroza Cizîr û Nisêbînê ya 1990’î jî tu car nehat jibîrkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de gel bi hemû hêza xwe daketin qadan. Li Îranê jî Newroz wek yek ji Cejnên herî kevn tê pîrozkirin. Li Afganîstanê wek cejna olî tê pîrozkirin.
Tirk jî bi navê ‘Yilgayak’ pîroz dikin. Li Komarên din yên tirk bi salane tê pîrozkirin. Li welatên Balkan jî bi navê cuda tê bibîranîn.