‘Hun çima bi ser malên kujerên jinan de nagirin’

  • 09:05 17 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL- Nesîbe Başaran diyar kir ku polîsên bi ser mala wan de girtine zarok jî li erdê dirêj kirine û çek dane serê wan û wiha got: “Kurê min diçe HDP’ê. Li wir xebatan dimeşîne. Ji ber vê bi ser mala min de girtin. Hun çima bi ser mala tecawizkaran de nagirin? Hun çima bi ser mala kujerên jinan de nagirin? Ne çekan didin serê wan ne jî wan digirin.”
 
Beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li hemberî HDP’ê zext zêde bûn, di serdegirtina malan de xebatkar, rêveber û endamên partiyê tên girtin. Serhildan Başaran yê ku du meh berê bi ser mala wan de hat girtin, 2 hefteyan di girtîgehê de ma û piştî îtîrazê hat berdan. Tevî ku bi rêk û pêk îmzeya xwe davêjê jî bi ser malan de hat girtin. Dayika Serhildan, Nesîbe Başaran da zanîn ku got ji ber kurê wê tevlî xebatên hilbijartinê dibe tê lêgerînkirin.
 
‘Çek dan serê zarokan’
 
Nesîbeyê bi lêv kir ku polîsan çek dane serê zarokên di xew de û got wan pirsa ‘hun çima hatine pirsîne’ û wan jî gotiye ‘bêdenbin. Em ê we bikujin’. Nesîbeyê wiha got: “Her kes li erdê dirêj kirin. Çek dan serê me. Destur nedan em biaxivin. Zarok ditirsiyan, digiriyan. Mala me lêgerîn kirin. Serhildan pirsîn. Du roj bû nehatibû malê. Bixwazin dikarin bibînin. Lê van tiştan bela sedem dikin.”
 
‘Psîkolojiya zarokan xera bû’
 
Nesîbeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku psîkolojiya zarokên wan xera bûye û hîna nehatine ser xwe û got: “Van talîmatan didin ku ew jî wisa dikin. Li Tirkiyeyê hiqûq nemaye. Dewlet zexta psîkolojîk dike. Em ê jî heta dawî berxwe bidin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”