Rêxistina Sara dest bi hemleya têkoşîna li dijî tundiya li jinê kir
- 14:53 16 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO/KOBANÊ - Rêxistana Jinê ya Sara ya li dijî tundiya li ser jinê li Muzexaneya Kobanê û Qamişloyê bi daxuyaniyekê dest bi hemleya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û civakê kir.
Rêxistana Jinê ya Sara ya li dijî tundiya li ser jinê bi dirûşma "Jin jiyan e jinê nekujin" li Muzexaneya Kobanê û Qamişloyê bi daxuyaniyekê dest bi hemleya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û civakê kir. Endamên Rêxistina Kongreya Star, Mala Jinê, Weqfa Jina Azad a Rojava û Endamên Dîplomasiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniy li Kobanê ji aliyê endama Rêveberiya Rêxistina Sara Şirînê Muslim û li ber Muzexaneya Kobanê hat dayin. Her wiha di daxuyaniyê de komkujiya Helebçeyê jî hat bîranîn û ji bo şehîdên Helebçeyê rêz hat girtin.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi her awayî şidet li ser jinê tê meşandin. Jin her dem dibin qurbanê şidetê. Her şidet li ser jinê tê ferzkirin. Di Komkujiya Helepçeyê di ya Şengalê ya Efrînê de gelek jin hatine qetilkirin. Her jin di dîrokê de bi şidetên mezin rû bi rû hatine hiştin. Em ê wekî Rêxistina Sara têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinê bidomînin û jinan bi rêxistin bikin. Em ê her mafê jinê biparêzin."
Qamişlo
Li Qamişloyê jî Rêxistana Sara daxuyanî derbarê hemleya li dijî tundiya li ser jinê da. Gelek endamên saziyan û gel beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo şehîdên komkujiya Helebçeyê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya Herêma Cizîrê Muna Ebd El-Selam hat xwedin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo jin bi tundiyê rû bi rû neyên hiştin û mafên wan bên parastin têkoşîn û rêxistinbûyin dê bidome.
Dê hemleyê li ser van xalan bên meşandin:
*Dê jin bên perwerdekirin
*Bi pêşengiya jinê dê çanda demokratîk bê zindîkirin
*Dê ji bo guhertina zihniyeta baviksalarî xebat di qada jinê û di nava civakê de bê kirin
*Pîvanên azadiya jinê di nav civakê de ew ê bê pêşxistin
*Dê li dijî tundiya di qada tenduristiyê de têkoşîn bê mezinkirin
*Di nava malbatê de tekiliyên azad û wekhev ew ê bê avakirin
*Dê çanda aştiyê di nava erdnigariyê de bê xurtkirin
*Dê alîkariya hemû civakê bê kirin
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan e, jinê nekujin" bi dawî bû.