Li Gundê Koçayê yê Şengalê gorên komî hatin vekirin
- 14:18 16 Adar 2019
- Rojane
ŞENGAL - Li Gundê Koçoye gorên komî yên di serdema DAÎŞ'ê ferman pêk anî de hatibû avakirin, hat vekirin.
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribû û komkujî pêk anîbû. Li Gundê Koçoyê yê Şengalê gorên komî yên di serdema komkujiya DAÎŞ'ê pêk anîbû hatibû avakirin, ji aliyê Hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî hat vekirin. Jinên ku bûbûn şahidê komkujiyê axivîn û gotin ku ew ê tu carî êrîşên li Şengalê hatiye kirin ji bîr nekin û her liberxwe bidin.
Sîsê Sead wiha got:"Ev 5 sal in ku gorên komî hîn nehatibûn vekirin. Li Şengalê êşek gelek mezin hat jiyîn. DAÎŞ'ê komkujiyên mezin pêk anî. Lê tevî hemû zehmetiyan em têkoşîna xwe ya jiyanê dewam dikin. Em hêvî dikin ku Êzidiyên din ên hîn di destên çeteyan de ne bên rizgarkirin."
Gînê Xelef ku wê jî şahidiya fermanê kiriye wiha got:"Di 15'ê Tebaxê de erîş bi ser gûndê me de kirin jin û zarok hemû birin û mêr qetil kirin. Ji xizmên min 80 kes qetil kirin. Hîn ji fermanê heta niha em di bin konan de dijîn. Gelek zehmetiyan em dikşînin. Hîn hestiyên xizmên me di nava gorên komî de ne. Tu kes nikarê birîna me derman bike ji bîlî hezkirina axa me. Em naxwazin biçin dervî welat bila hemû kes li ser axa xwe bijî."