TJA: Qirkirinên Enfal û Helepçeyê di dîrokê de ew ê wekî şermekê were zanîn

  • 14:01 16 Adar 2019
  • Rojane
AMED - TJA’yê salvegera Komkujiya Helebçeyê û Beyazitê bi bîr anî û got: “Hilweşandina dîktatorên wekî Saddam wê girêdayîna me ya ji bo şehîdên Helepçeyê be.”
 
TJA’yê di salvegera Komkujiya Helepçe û Beyazitê de daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
 
“31 sal ji ser Qetlîama Helepçeyê derbas bû. Gelekî zelal e ku ev qetlîam ji aliyê hêzên emperyalîst û dewletên herêmê ve hatine kirin. Rêya xwedîlêderketina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hêviyên wan, geşkirin û mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan e. Em ê zarok, jin û gelê Helepçeyê yê şehîd tu carî ji bîr nekin. Hilweşandina dîktatoriyên wekî Saddam wê girêdayîbûna me ya ji bo şehîdên Helepçeyê be. Rejîma Saddam ji ber qirkirinên Enfal û Helepçeyê  di dîrokê de ew ê wekî şermekê were zanîn.”
 
TJA’yê şehîdên Qetlîama Beyazitê ya di 16’ê Adara 1996’an de jî bi bîr anî û diyar kir ku ew ê li hemberî van qetlîaman bêdeng nemînin û ew ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.