Li Wanê HDP'ê bi ciwanan re hevdîtin pêk anî

  • 16:24 15 Adar 2019
  • Rojane
WAN - Li navçeya Riya Armûşê HDP'ê  bi tevlîbûna  dehan ciwanan bi ciwanan re hevdîtin pêk anî. 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî  re HDP li her deverên Tirkiyeyê û Kurdîstanê xebatên xwe didomîne. Li navçeya Riya Armûşê buroya hilbijartinê bi tevlîbûna Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, û namzeta HDP’ê ya navçeya Riya Armûşê Şehzade Kurt,Hevserokên HDP’ê yên navçe û bi tevlîbûna bi dehan ciwanan ji aliyê Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê ya Wanê  hevdîtina ciwanan hat li dar xistin. Di panelê de pankarta ‘Me ciwan dest pê kir û em ê ciwan bi ser bikevin' hat daliqandin. Di bernamê de dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana Leylayê’ hatin birêzkirin. Bername bi  lîstîka Aware û xwendina helbestê hat destpêkirin. 
 
‘Ev hilbijartin berdewamiya têkoşîna me ye’
 
Di destpêka bernamê de Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî. Umît, diyar kir ku gelên Tirkiyeyê di pêvajoyekê  zehmet re derbas dibin û wiha axivî;”Em ê 31’ê Adarê herîn ser sindoqan. Lê wekî her hilbijartinan ev hilbijartin jî ji me re wekî berdewamiya têkoşînê ye. Em vê hilbijartinê bi vî awayî dinirxînîn û dişopînîn. Di aliyekî de xebatên hilbijartinê didomin û li aliyekî din jî bi pêşengiya Leyla Guvenê berxwedana li dijî tecrîdê tê dayîn. Ji bo ku ev pêkanînên kêfî bi dawî bibin niha bi sedan kes li girtîgehan di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wan daxwaza mîlyonane û em ê bi hev re ji vê daxwazê re bibîn bersiv.”
 
‘Ji bo daxwaza aşitî û azadiyê em ê heta dawiyê tebikoşîn’
 
Piştî Umît Parlementerê HDP’ê yê Stengolê Ahmet Şik axivî. Ahmet jî bal kişand ser pêvajoyê û wiha dom kir;” Niha li Tirkiyeyê bi hemû gelan re bêhevîbûnek heye. Pêvajoya aloziyê her roj ber bi xerabûnê ve diçe. Ev herêm erdnîgariya komkujiyane. Ji ber vê yekê min pir xwest ez werim vê herêmê. Li dijî hemû komkujiyan berxwedana vê herêmê tu car bi dawî nebû û gel tu car li dijî zilmê dengê xwe qut nekir. Berdewamiya vê têkoşîn û berxwedanê kelecan dide min. Em ê di vê pêvajoyê de ji şer re yan ji aşitî ye re alîger bîn? Em ê 31’ê Adarê vê yekê erê bikîn. Em li vî welatî azadî, aşitî û wekhêviyê dixwazîn. Ji bo vê daxwazê em ê heta dawiyê tebikoşîn. Ji ber ku em dizanîn bi aşitiyê û berxwedanê aramî pêkan ne.”
 
Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.