TJA: Êrîşa li dijî meşa şevê rûreşî ye
- 13:29 15 Adar 2019
- Rojane
AMED - TJA'yê êrîşa li dijî bi sedan jinên ku li Taksîmê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Kom bûn şermezar kir û got: " Êrîşa li dijî meşa jinê ya Jin bi Hev re bi Hêz in ya Şevê rûreşiya li dijî mirovahiyê ye."
Vê salê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jinan li her derê serî hilda, Meşa Şevê ya ku ji aliyê jinên Femînst ve li Taxsîmê hat lidarxistin ji aliyê polsî û îktîdarê rastî êrîşê hat. Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên li dijî meşa şevê ya jinan da wiha got: "Berxwedana azadiya jinê bi salan e bêyî ku di bin bandora hişmendiya pergala baviksalar de bimîne, li dijî zilmê serhildana yekem, li dijî komkujiyan berxedana yekem, li dijî qirkirina siyasî, civakî û çandî jî dînamîka yekem e. TJA'yê diyar kir ku têkoşîna jinê ya ji 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve diherike, ji Sakîneyan ber bi Rahşan, Zekîye, Sema û Sêvêyan berdewam dike.
Berdewamiya daxuyaniya TJA'yê wiha ye:
"Îro dîsa Leyla Guvn li dijî pergala AKP- MHP'ê ya faşît a li Îmraliyê wekî pêşenga berxwedêran veguheriye berxwedana serdemê. Ev pêşengtî berxwedana jinê ya ku dibêje wê serdem qet li dijî jinê nikaribe tevbigere ye. Di 8'ê Adarê de jinan li Taksîmê li dijî zayendparêzî, nijadperestî , mîlîtarîzm û her cure cudakarî xwestin di Meşa Şevê ya Femînîst de ji her netew û bawerî bên gel hev û kom bûn. Êrîşa ku li dijî van jinan ji aliyê îktîdarê ve hat kirin rûreşiya li dijî mirovahiyê ye. Hişmendiya baviksalar a serdest ya dagirker ev çalakiya di çarçoveya 8'ê Adarê de wekî dagirkerî bi nav kir. Belê em dibêjin rast e dagirkeriyek heye û ew jî ya zîhniyeta faşît a dagirkirina mafên jinê, beden û destkeftiyên wê ye. Li dijî vê dagirkeriyê wê berxwdana jinan berdewam bike.
Em ê wekî TJA li dijî her cure dagirkeriya li dijî jinê li ber xwe bidin û berxwedana xwe mezin bikin. Em li dijî dagirkeriyê bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin . Em ê bi sekna xwe ya Jin jiyan azadî bi hêztir li ber xwe bidin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî zîhniyeta faşît tevli berxwedanê bibin."
TJA olarak kadına yönelik her türlü işgale karşı mücadelemizi yükselterek devam edeceğiz. İşgale karşı susmuyoruz, korkmuyoruz, itaat etmiyoruz. Jin, Jiyan, Azadi duruşumuzla birlikte daha da güçlenerek direneceğiz. Tüm kamuoyunu da faşist zihniyete karşı direnmeye davet ediyoruz.”