Ciwanên HDP'ê li Êlihê meşiyan
- 10:26 15 Adar 2019
- Rojane
ÊLIH - Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 128 roj in didome, meş li dar xistin û pankarta "Tecrîdê bişkîne, faşîzmê parçe bike" darde kirin.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 128'an. Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 128 roj in didome, meş li dar xistin û pankarta "Tecrîdê bişkîne, faşîzmê parçe bike" darde kirin. Di meşê de dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye","Bijî berxwedana zindanan hatin berzkirin".
Ciwanan li ser pirê pankarta "Tecrîdê bişkîne, faşîzmê parçe bike" darde kirin.