ROJEVA 15'Ê ADARA 2018'AN

  • 09:00 15 Adar 2019
  • Rojev
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Semra Uzunok diyar kir ku wê bi rihê 8’ê Adarê Newrozê pêwazî bikin û got Newroz dîroka hemû kesên li berxwe dide ye û wiha berdewam kir: “Divê hemû bindest di Newrozê de bibin yek û di şexsê Leyla Guven de xwedî li hemû kesên di grevê de ne derkevin.” BI DÎMEN
 
* Adem Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû di roja 81’ê de hat hînbûn ku di hucreyê de tê girtin, Aslan Ramazan û Zerdeşt Akin ên di roja 89’emîn çalakiyê de jî di hucreyê de tên girtin û vîtamîna B nadinê.
 
*B. ya 11 salî ku bi zarokan re dilîst got ‘sirek min heye lê ez nabêjim’ û derket holê ku zarok ji aliyê xizmê xwe Mehmet Alî P. ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatiye. Ji malbatên du jinên din ku ji B. cesaret girtin, diyar kirin ku ew jî rastî tacîzê hatine û gilî kirin. BI DÎMEN
 
* Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Leyla Guven a 128’emîn roja grevê li pey xwe hiştiye rewşa wê her diçe dikeve xeterê û got: “Divê demildest daxwaz pêk bên û parêzer biçin Îmraliyê. Ya ku destûra bingehîn jî pêşniyar dike ev e.” Meralê bersiv da gotina Tayyîp Erdogan ya ‘Li Tirkiyeyê Kurdistan tune ye, li Iraqê heye hûn dixwazin biçin wir’ û got ‘Yên biçin ne em in, lê wê dîrok biryarê bide wê kî biçe’. 
 
*Berîvan Helen Işik di temenê biçûk de konsepta şer a dewletê nas kir û ji ber zextan neçar man gundê xwe terk bikin, namzeta hevşaredariya Sêrtê ye. Berîvanê diyar kir ku ew bi biryari n ku qeyûm ji bajar bişînin û got wê şaredariyê ji xespkaran bigirin û şaredariyan ji xizmeta gel re vebikin.BI DÎMEN
 
*Kevser Onder û Sîbel Karaman ên ku dukana ‘Tîr û xwarinên ji hevîr vekirine, 4 jin girtin cem xwe û karê xwe dimeşandin. Lê piştî ku krîza aborî li Tirkiyeyê rûda êdî  dukana wan ji ber krîza aborî hatiye asta girtinê. BI DÎMEN