Dêbî Pûk : Ji bo ku ez tecrûbeyên jina kurd bibînim hatim
- 17:30 14 Adar 2019
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Bi armanca naskirina fikr û felsefeya azad û asta tekoşîna jinê di hindirê şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, jina emrîkî a rojnemevan " Dêbî Bûk" îro di deriyê sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Şoreşa jina Rojavayê Kurdistanê li cîhanê deng vedaye. ji bo wê jî her mirov mereqa naskirina vê tekoşînê dike, her wiha heye çi astê paradîgmayên birêz Abdullah Oclan yên ku ji bo kesayeta jin daye rûniştandin pêk hatiye. Girêdayî mijarê jina Rojnemevan "Dêbî Pûk" a ku ji welatê Emerîkayê berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê dixwaze bêhtir van mijaran li ser rûyê erdê bibîne. Her wiha qehremaniya jina tekoşer nas bike.
Mereqa min ez bingiha rêxistina jinê nas bikim
Jina rojnemevan a Emrîkî Dêbî Pûk di derbarê vê serdana xwe de wiha dibêje:"Berî niha min gelek lêkolîn li ser tevgerên jin û şoreşên wan kir, lê wekî tevgera jinê li Rojavayê Kurdstanê min nikarîbû ez tehlîlên xwe bikim eger ez van jinan nebînim. Li ser medyaya cîhanê hemû qala kurdan dikin ev hêza ku cîhan ji terorê xelas dike her wiha li kêleka wê jî rêxistinbûyîna xwe jî bi rengekî wekhev avakiriye, xebata xwe ji bo tevahî jinan dide meşandin. Min pir mereq kir bê bingeha ewqs rêxistin çi ye esasê ku jê re bûye bingeh çawa ye. Jinên vî welatî vîna wan çiqas xurt e. Heta niha şoreşa xwe ber bi serkeftinan ve dibe."
Daxwaza min ez tecrûbeyên tekoşînê ji jinên Rojava bigirim
Di berdewamiya axvtina xwe de Dêbî dest nîşan kir ku li ser fikrên azad yên ku bingha rêxistina jinê ne û wiha axvtina xwe bi dawî kir "Min hinek li ser pareznameyên birêz Oclan jî xwendiye û kesayeta wî nas kiriye ku çiqas nêzî jine û ji bo azadiya wê têdikoşe. Ev yek jî bandoreke pir mezin li min kir ku ez werim bibînim bi çi rengî ev pradîgma tên pratîkkirin. Hêviya min ew e ku ez ji nêz ve van jinan nas bikim û xebata wan bişopînim û li welatê xwe jî qala jinên kurd bi rêzdarî bikim û ji wan tecrûbeyên tekoşînê û destanên berxwedana li himber koletiyê nas bikim."