'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
- 17:29 14 Adar 2019
- Rojane
STENBOL – Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Oltu nehat tahliyekirin. Oltu ya parastina xwe kir got: “Ji bo tecrîda li Îmraliyê bê rakirin 14 roj din di greva birçîbûnê de me. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.”
Danişîna doza Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlu û 2 endamên ESP’ê ku girtî tên darizandin li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Oltu û Alî Haydar Keleş bi rêya dîmen ji girtîgehên lê dimînin beşdarî danişînê bûn û Bedran Çogaltay jî di danişînê de amade bû.
Serokê dadgehê tespîta ewrakan kir û dest bi danişînê kir. Ewrakên hatin xwestin ji bo ku negihandin girtî û parêzeran dem hat xwestin.
Cogaltay ê tê darizandin diyar kir ku demek dirêj e girtî ne û xwest bê berdan.
Parêzera wî Sezîn Uçar jî diyar kir ku çalakî û şahiyên miwekîlê wê beşdar bûye hemû mafê yasayî ne û ji ber girtina wî ya dirêj xwest bê berdan.
Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Oltu jî parastina xwe kir û anî ziman ku çalakî û şahiyên beşdar bûye ne sûc in û ew li ser navê partiya xwe beşdar bûye. Çîçek bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got: “Ev 14 roj in ez jî di greva birçîbûnê de me. Ez çalakiya Leyla Guven silav dikim. Daxwaza wê Daxwaza me ye. Ji bo aştî were welat divê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê hemû girtî bigîhîjin azadiya xwe. Ji ber vê dixwazim daxwaz bê qebûlkirin.”
Parêzera Oltu, Gulhan Kaya jî got girtina miwekîla wê ne hiqûqî ye û xwest bê tahliyekirin.
Alî Haydar Keleş jî da zanîn ku 14 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û divê Ocalan dikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.
Parêzer Keleş Ozturk jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest bê berdan.
Heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û xwest Adar Temel ê ne girtî tê darizandin bê girtin û qedexeya derketina derve danî ser yên ne girtî tên darizandin. Heyetê biryara dewama girtina Oltu, Keleş û Çogaltay jî da û danişînê taloqî 26’ê Hezîranê kir.