Li Wanê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan
- 17:28 14 Adar 2019
- Rojane
WAN - Li navçeya Rêya Armûşê, bi sedan kes meşiyan û dirûşmeya “Bijî berxwedana Leyla yê” berz kirin.
Bi sedan kes li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirî dayîna greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di roja 127’an de berdewam dike, meşek li dar xistin. Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin Mûstafa Avci, Namzetên Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehzande Kurt û Azîm Yacan û nûnerên KCD’ê beşdarî meşê bûn. Bi sedan kesên li ser Kolana Orhan Dogan kom bûn, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Berxwedana Leyla yê” dest bi meşê kirin. Meş hate Taxa Karşiyaka berdewam kir.