Ji odeyên tabîbê banga meşa li Kadikoyê
- 16:23 14 Adar 2019
- Rojane
AMED - Odeya Tabîpê ya Amedê di çarçoveya Hefteya Cejnê ya Tipê ya di 14'ê Adarê de bangî mîtinga dê di 17'ê Adarê de li Kadikoya Stenbolê bê lidarxistin.
Odeya Tabîpê ya Amedê ji bo Hefteya Cejnê ya Tipê ya 14'ê Adarê civîna çapemeniyê li dar xist. SES, Odaya Hekiman a Diranan a Amedê, Însiyatîfa Derûnanasan a Mezopotamyayê beşdarî daxuyaniyê bûn. Li odeya daxuyaniyê pankarta "Em li pîşeya xwe û li siberoja xwe xwedî derdikevin" hat daliqandin. Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hat dayin. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Odeya Tabiban a Amedê Orhan Îlim ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
" 14'ê Adarê sersala destpêkirina tibba modern e û heman demê sersala pêhesandina kedkarên tendûristîyê ye ku tendûristvan ne tenê eleqedarê pirsgirêkê xwe ne, wekî wan eleqedarî pirsgirêkên welêt jî ne û dibînin kû ev pirsgirêk bi hev re girêdayîne. Ji ber ku pirsgirêkê tendûristîyê zêde bûne, demeke dirêj e em 14'ê adarê wek cejnekê nabîbînin û pîroz nakin.
Îro di welat û herêma me de polîtîkayên şer berdewam dikin. Di Tirkîyeyê de yek dengek desthilatdar e û ber bi rejîmeke tirsê ve diçe. Îro di 14'ê Adara 2019'de pirsgirêka welatê me ya herî mezin ew e ku demokrasiya me ya ji xwe kêm û bipirsgirêk jî roj bi roj ji destên me dişimite û diçe. Divê bê zanîn kû aşitî û demokrasî ji bo tendûristîyê pir girînge. Ger ku aşitî û demokrasî tune be wê demê em nikarin behsa tendûristî û çareserkirina pirsgirêkên tendûristvanan bikin. Lewre tendûristî tenê nexweş nebûyîn nîne. Tendûristî bi temamî alîyê gîyan (ango rih), cendek, civakî û siyasî ve reşewşeke başîyê ye. Lê mixabin welatê me demeke dirêj e rewşeke awarte ya ku başiya giyanî û civakî ji holê radike ve tê birêvebirin. Ji ber vê; tekoşîna me tendûristvanan a aşitî û demokrasîyê heman demê ji bo başîya me ya alîyê giyanî, cendekî û civakîye û ev merca kêmtir in û ewil e. Îro di vê roja cejna tibbê de em tendûristîyê de li rûbirûyê pirsgirêkên mezin û kûr in. Piştî ku Programa Vegûherîna Tendûristîyê pirsgirêkên me roj bi roj zêde bûn. Her yekî me bi hêvîya pêşeroja xwe û temînata karêxwe dixebite. Sererastkirina vê pêvajoyê bi tenê bi alîkarî û yekbûna sendîka, ode û dernekan ve mimkun e.Kar derxistinên bi sed hezaran a rewşa awarte de û lêkolinên ewlehîyê astengîyeke mezin hemberî kedkaran derxistin. Mixabin gelek hevalên me koçî welatên derveyî dikin. Divê ev nerastîyan were rakirin û kedkar bizivirin karên xwe.
Beramberî qriza aborî û zêdebûna enflasyonê meaşên me kêm bûye. Bi alîyê sîstema performansê û sermaya zivirok ve xizmeta tendûristîyê bûye wek meta û tê bîrkirin kû ev xizmeta tendûristîyê bi aliyê ekibekî ve tê hilberandin. Dayîna performansê parek mezin a ji qezenca kedkaran e bes ev performans bi tenê kedkar meha xwe tijeke tê dayîn, dema ku sê roja zêdetir destûr bê westandin an jî istirehet bê kirin performans bi temamî tê birîn. Bi sedama van û gelek sedemên din divê sistema performansê û sermaya zivirok bê rakirin. Divê şan ji bo hemû mezûnên zaningehê di 3600'î de bê dest pê kirin. Divê polîtîkayên dayîna mizan (ango ucret) bi ewlehî be, gorî liyaqat û karîyerê be û şewq bide emekdarîya kedkaran.
Kedkarên tendûristîyê yên ku di nav vê sîstema çewt de jî çi ji destê wan tê dikin, ligel vê fedakarîya xwe ve jî tê bêqimet kirin, wek sûcdarê pirsgirêkên tendûristîyê tê nîşandan, û ji ber van sedeman bi sed hezaran kedkarên tendûristîyê rubirûyê şideta dev an jî fîzikî dimînin.Şîdet gihaştiye asta kuştinê û gelek kedkarên tenduristîyê hatine birindarkirin u kuştin. Ji ber ve divê yasaya hemberî şîdetê a kû Navenda Bijîşkên Tirkîyê şandiye meclîsê bê derxistin. Divê bê zanîn kû wek pirsgirêkên civaki,yên tenduristîde jî şîdet ne çare ye.
Em îro li fînala hefteya 14'ê Adarê de meşeke bihişmetî li dar dixin. Em ê li 17'ê Adarê sifte ji bo bîranîna xwendekarên tıbbê saet 13.00'de li pêşîya Nexweşxane ya Numune a Haydarpaşayê kom bibin û rêz bigrin. Dure jî bimeşin Kadikoyê, cihê kû em mîtingên xwe yên ji bo mafe tenduristî, aşitî, wekhevi û demokrasiyê li dar dixin û li wir Meydana İskelê emê Daxuyanîya Bijîşkan a Sala Sedî li raya giştî re par ve bikin.
Li aliyê din wek her sal em ê wek Odeya Bijîşkan a Amedê di 16'ê Adarê roja şemîyê saet 14.00'de li Otela Demirê merasima dayîna xelata Aşitî, Hogirî û Demokrasiyê li dar bixin. Bi vesila vê em bangî hemû karker û kedkarên tenduristîyê dikin ku tevlî merasima me bibin.
Heta ku xizmeta tenduristîyê ji bo herkesî wek mafekî bê qebûlkirin, herkes bikaribe xizmeteke zimanê xwe, wekhev, bêpere û hêja bigire, heya kû bijîşk û kedkarên tendûristîyê li gorî perwerdeya xwe û berpirsîyarîya ku distînin qîmet bigirin, bendbendîya civakî biqede, û heya ku welatekî di nav aşitî, azadî û demokrasîyê bê destxistin em ê tekoşîna xwe bidomînin."