HDP’ê li Qersê projeyên xwe vegotin

  • 14:09 14 Adar 2019
  • Rojane
QERS - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayha Bîlgen, projeyên xwe yên derbarê bajêr de eşkere kirin. Namzetên hevşaredariyê, diyar kirin ku ewê li bajêr destpê kê pirsgirkên lezgîn çareser bikin û gotin: “Emê bi gel re bajarê xwe Qersê veguherînin.”
 
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, projeyên xwe yên têkildarî bajêr eşkere kirin. Civîna danasîna projeyan a hevşaredaran li Buroya Hilbijartinê ya li Taxa Şehîtler hat lidarxistin. Namzetên HDP’ê, rêveber û endamên partiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. 
  
Namzeta Hevşaredariyê Şevîn Alaca, di civînê de axivî û wiha got: “Ji bo guhertin û veguhertinê em ketin rê. Emê bajarê xwe nû bikin. Karê me pir zêde ye. Li Qersê kar pir zêde ye. Emê hemû sozên xwe bi cih bînin. Gelê Qersê dê vê yekê bibîne; Emê her tiştê xwe li ber çavê gelê xwe bikin. Adresa hêviyan HDP ye.”
 
Namzet Ayhan Bîlgen jî, bal kişand ser projeyên xwe û wiha got: “Bajêr karên herî lezgîn û divê bên kirin dixe rejeva me. Ji ber vê emê emê di serî de karê herî lezgîn bidin pêşiya xwe. Emê pirsgirêkên rê, av, çop û binesaziyê bikin karê xwe yê dest pê kê. Dîsan pirsgirêka plansaziya avadan û bajêr heye. Di çareserkirina vê pirsgirêkê de emê, biryarê ji gelê Qersê re bihêlin. Em plansaziya me ya hevpare. Dîsan emê potensiyela çandinî û turîzma başêr bixin nava tevgerê. Emê projeyên xwe yên bajêr xweş bike pêş bixin.”
 
Piştî axaftinan namzetên hevşaredariyê yek bi yek projeyên xwe rêz kirin.