Perwerdeya zimanê kurdî li komînan hat destpêkirin

  • 12:58 14 Adar 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Endamên komînan li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê perwerdeya zimanê kurdî dibînin.
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir, gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Endamên komînan li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê perwerdeya zimanê kurdî dibînin.
 
Hevseroka komîna 5 ya navçeya Ehdas a Şehbayê Emîne Saîd di derbarê perwerdeya zimanê kurdî de axivî û got:"Em niha li navçeya Ehdas a Şehbayê  dijîn, di komînan de perwerdeya zimanê kurdî tê dayîn em jî pir kêfxweş bûn ji ber ku em fêrî zimanê dayîkê dibin, 8 jin û 5 zilam di hundir komînê 5 ya navçeya Ehdas tevlî perwerdeyê dibin, ji bilî komînan jinên civakê jî xwe perwerde dikin ji ber ku di dema borî de me zimanê me lawaz bûbû, lê niha em xwe fêrî zimanê xwe dikin ji bo em hîn bi hêz bibin."
 
'Mirov bi zimanê xwe tê naskirin'
 
Emîne wiha dawî li axaftina xwe anî û got:"Ev perwerde bi xwesteka gel û bi taybet jinan hat vekirin ji ber ku jina xwe fêrî zimanê dayîkê nekin nikare zarokên xwe jî fêrî zimanê dayikê bikin. Ji ber vê yekê ev perwerde hat destpêkirin. Zimanê kurdî pir zimanekî bi qîmet e. Mirov bi zimanê xwe tê naskirin."
 
'Em ê bi zimanê kurdî bi ser kevin'
 
Jina bi navê Roken Birîm a ku beşdarî perwerdeyê bûye nêrînên xwe anî ziman û got:"Em asta zimanê kurdî di hundir komînan de dibînin. Em niha fêrî tîpên kurdî dibin divê her kes xwe fêrî zimanê xwe bike. Ne tenê zarok, ji ber ku her mirovek bi zimanê xwe tê naskirin di cîhanê de, em ê bi zimanê kurdî bi ser kevin."
 
'Ji bo em azad bibin divê em zimanê xwe azad biaxivin'
 
Endama komînê Birîtan Cefo jî wiha got:"Em di hundir komînê de perwerdeya zimanê kurdî dibînin ji bo em zarokên xwe jî fêrî zimanê dayikê bikin, dijmin her tim dixwaze me tune bike bi riya windakirina zimanê me lê em xwe fêrî zimanê kurdî dikin. Ji bo em azad bibin divê em zimanê xwe azad biaxivin."