'Êdî nêz e ku tîrêjên azadiyê li asîmanê Dêra Zorê, belav bibe'
- 11:04 14 Adar 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
DÊRA ZORÊ - Rihê lêgerîna azadî û xwe rizgarkirina ji zihniyeta kapîtalîzmê di şexsê jinan de tê dîtin. Jinên ku naxwazin koletiyê ji zihniyeta DAÎŞ'ê bikin tevlî nava refên têkoşînê dibin. Yek ji van jinan Rûhenda Cudi ye.
Pêngava Bagera Cizîrê ku bi pêşengtiya QSD'ê tê birêvebirin û êdî ber bi rojên dawî ve diçe, li dunyayê deng veda. Jinên ku di Dêra Zorê de dijiyan da ku xwe ji zihniyeta DAÎŞ' ê rizgar bikin û nebin qurbanî tevlî refên YPJ'ê dibin. Yek ji van jinan Rûhenda Cudi ye.
'Neyînûkên jinan radikirin û di nava zeytê de dişewitandin'
Rûhendayê serpêhatiya jiyana xwe wiha vedibêje:"Li Dêra Zorê taybet di herêmên ku DAÎŞ'ê dagir dikir de jin bi rengekî hovane dihat qetilkirin. Jin recim û tecawîz dikirin. DAÎŞ'ê dema ku jinek digirt tecawiz dikirin û paşê di nava zeytê de ew dişewitandin. Di heman demê de neynûkên wan ji goşt bi saxî radikirin."
Rûhendayê wiha dom kir:"Dema ku DAÎŞ'ê jinek digirt malbata wê ji ber nezanî û tirsa DAÎŞ'ê ew derbasî mala nedikirin. Digotin biçe tu êdî ne keç î. Em rastî sedan bûyerên bi vî rengî hatin. Jin dibûn qurbaniya zihniyet û kiryarên wan."
'Ez tevlî YPJ ê bûm, bavê min got tu ne keça min î'
Rûhendayê kêliya tevlî nava refên têkoşînê bû wiha rave kir:"Ez ji malê reviyam û tevlî YPJ'ê bûm. Bavê min ji min re got eger tu neyê tu ne tu keça min î û ez ne bavê te me. Heta vê kêliyê jî qebûl nekirin e. Ez baş dizanim eger ez biçim serdana wan bikim dê min bikujin, ji ber heman tişt li hevala min jî kirin. Ji ber bandora zihniyeta DAÎŞ'ê êdî malbat hember keçên xwe dibin asteng, lê jin xwedî biryar in ku biryara dane dê bighînin serî."
'Yekemîn car tevlî pêngavê dibim'
Rûhendarê yekemîn car tevlî pêngava Bagera Cizîrê dibe û wiha hestên xwe tîne ziman:"Ez yekemîn car tevlî Pêngava Bagera Cizîrê a tunekirina terorê dibim. Ji bo min wekî şervaneke jin, şanseke ku ez bikaribim hemû jinên di bin pencên DAÎŞ'ê de rizgar bikim. Di pêngavê de me her hewl dida ku jin û zarokan biparêzin ku tade li wan neyê."
'Dixwazin hestên xwe bi jinên cîhanê re parve bikim'
Rûhendayê da zanîn ku rizgarkirina Dêra Zorê dibe sedema jiyanek nû û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Hestên min pir cuda ye, em îro jin û zarokan rizgar dikin. Kêfxweşiya min nayê ziman. Ez dixwazim hestê xwe bi tevahî jinên cîhanê re parve bikin."
'Êdî nêz bû tîrêjên azadiyê li asîmanê Dêra Zorê, belav bibe'
Rûhendayê bang li tevahî jinên Dêra Zorê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez bang li jinên Dêra Zorê dikim ku li dijî zilma DAÎŞ'ê xwe perwerde bikin û tevlî YPJ'ê bibin. Azadî azadiya fikir e ne azadiya beden e. Êdî nêz bû tîrêjên azadiyê li asîmanê Dêra Zorê, belav bibe."