1'emîn Kongreya PYD'ê ya Qamişloyê bi dawî bû
- 10:45 14 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - 1'emîn Kongreya PYD'ê bi dirûşmeya "Bi vîn û rêxistinê, em ê Efrinê rizgar bikin û sûriyeke ne navdewdewletî a demokratîk ava bikin" hatibû li lidarxistin bi biryarên girîng û hilbijartinên Meclisa kantonê bi dawî bû.
Li navçeya Girkêlegê a kantona Qamişloyê 1'emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk ya kantona Qamişloyê ku bi tevlîbûna 700 delegeyî pêk hatibû bi biryarên girîng hat bidawîkirin .
Piştî ku rapora salê hat xwendin nirxandinên girîng di derbarê kar û xebatan de hatin kirin , kêmasî hatin rexnekirin û li himber rexnedayîn hat dayin , di nirxandina de hat destnîşankirin bê çiqas Partiya Yekîtiya Demokratîk di qada siyasetê de serkeftinên mezin bidest xistine. Vê partiyê karîbû bibe partiyek ji bo hemû gelên herêmê her wiha bal hat kişandin li ser biratiya netewan di hindirê vê partiyê de bi rengekî hevbeş û heskirin û demokratîk jiyanê didomînin.
Paşê nirxandin û pêşniyar hatin kirin û biryarên girîng hatin girtin. Biryar ev in:
1- Di derbarê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bilinkirina tekoşînê .
2-Pêşxistina têkiliyan a di navbera hemû netewan de bi riya komcivînan.
3-Pêşxistina endamên Partiyên Yekîtiya Demokratîk bi riya perwerdeyan bi taybet di milê ideolojî de.
4-Piştgiriya hêzên demokratîk yên leşkerî.
5- Pişgrtiya berxwedana serdemê heyanî rizgarkirina wê ji terorê.
Paşê hilbijartinên Meclisê kantona Qamişlo hatin çêkirn û 12 kes hatin hilbijartin, her wiha 2 hevserok ji bo bajarê Dêrikê hatin hilbijartin û 2 hevserok jî ji bo bajarê Qamişlo jî hatin hilbijartin .
Kongrê bi dirûşmeyên "Bijî serok Apo" hat bi dawîkirin .