Li Şengalê pincarê ku hem debar û hem derman e geş bû

  • 10:03 14 Adar 2019
  • Rojane
ŞENGAL- Li Şengalê piştî ku bihar hat û hêşnahî geş bû gel dest bi komkirina pincar kir. Pincar ji bo gelê Şengalê hem derman û hem jî debar e. 
 
Bi hatina bihare çiya û deştên Şengalê şîn bûn. Bi taybet jî îsal ji ber ku baran zêde bariya xweza kesk bûye û axê hemû hêza xwe bi giya û pincarê ku li ser şîn dikin daniye holê. Çandinî li  gorî salên  berê zedetir xwiya dike. Bi giranî gel genim, nîsk û nok çandine. Gelê şengalê ku debara xwe bi çandiniyê dike îsal ji çandiniya ku kiriye li hêviya berekî baş e.  
Li gel çandiniya ku hatiye kirin welatiyên şengalê bi xeskbûna xwezayê re berê xe dide çiya û pincarê ku hem ji bo wan debar û hem jî debare kom dikin. Welatiyên ku giya kom dikin bi qasî ku pêdiviya wan a xwarinê heye ji bo xwe vdiqetînin û yê mayî jî li sûkê difrojin ji bo ku pê debara xwe bikin. Ji bo debara xwe bikin bi taybetî  kerenk û kumî kom dikin û li sûkê  difroşin. 
 
'Pincarê li sûkê mizgîniya biharê dide'
 
Di vê demsalê de dema mirov li sûka Şengalê digere bi pincarê ku li ser dezgehan tê firotin mirov dibîne ku mizgîniya biharê tê dayîn.  Kumî yê ku li ser dezgehan cihê xwe digire cureyekî kuvarkan e. Di binê erde de mezin dibe û renge kartolan dide. Gel edî kumî li ku dere û çawa çêdibe dizanê. Gel li Şengale destpêka bihare bi giranî kumî kom dike û difroşe. Heta dema wî diqede her roj diçin komkirina kumî yê ku li hin deveran jê re doberan jî tê gotin. Li her dera sûka Şengale kumî û kereng tên dîtîn. Jin, dayîk, zarok û mer hemû bi hev re bi kêfxweşiya ku ji hatina biharê digirin diçin komkirina pincar.
 
Dermanê xwezayî tê hilberandin 
 
Gelê şengalê bi giranê xureka xwezayî bi kar tîne Li gel komkirina pincar ango giya di heman demê de ev giya û pincarê ku ji bo gelek nexweşiyan başe û nexweşiyan derman dike jî di demsala biharê de kom dikin. Welatiyê ku van nebatan kom dikin piştî ku hişk dikin û li gorî nexweşiyên ku derdikevin holê cureyên wan tên bikaranîn.