Gurbet Ektîren: Bêdengiya civakê me diêşîne
- 09:06 14 Adar 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ji girtîgehê hat berdan, ji 8’ê Adarê ve çalakiya xwe li malê berdewam dike. Gurbet, anî ziman ku çi li malê û çi li girtîgehê çalakiya wan berdewam dike û wiha got: “Divê civak bêdeng nemîne. Ger bêdengî berdewam bike wê bibe sedema mirinê. Ev bêdengî me diêşîne û tenê gel dikare dawî li bêdengiyê bîne.”
Çalakiya Greva birçîb
Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 8’ê Adarê de di danîşîna doza xwe ya hat dîtin de hat berdan. Gurbet, piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê berdewam dike. Gurbet, di dema qedexeya derketina kolanan a di sala 2015’an de hat îlankirin de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Gurbet, ji roja dest bi greve kiriye 3 kîlo daye û niha di odaya ji bo wê hatiye amadekirin de dimîne. Malbata Gurbetê bi wê eleqdeer dibe. Gurbet a piştî hat berdan neçû nexweşxaneyê, dê bijîşkên serbixwe yên Yekitiya Bijîşkên Tirk(TTB), rewşa tendûristiya wê bişopînin. Gurbet derbarê çalakiya xwe ya li dijî tecrîdê daye destpêkirin axivî.
‘Armanca min rakirina tecrîdê ye’
Gurbet a ku 58 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorbeger de ye anî ziman ku armanca wê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Serok neyê rakirin dê çalakiya me berdewam bike. Çi bedel dibe bila bibe heta tecrîda li ser Serok ranebe ev çalaki jî dê berdewam bike. Ez di girtîgeha Bakirkoyê de 6 mehan mam. Wê demê 4 hevalên me 86 roj bûn dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî meheke din em du hevalên din tevlî vê çalakiyê bûn. Ev çalakiya me jî 57 rojin berdewam dike. Her wiha di Girtîgeha Bakirkoyê de di du qawişan de giştî 56 hevalên jin hene. Ez dema di girtîgehê de bûm armanca me hevala ew bû ku tecrîd bê rakirin. Lê ji aliyekî ve jî gelê me pir bêdeng e. Em dixwastin gelê me dengê xwe bilind bike.”
‘Ez ê çalakiya xwe berdewam bikim’
Gurbet, da zanîn ku çalakiya daye destpê kirin çi li girtîgehê û çi jî li derve neguheriye û wiha domand: “Çalakiya xwe ez îro li derve berdewam dikim û ji bo min tu tişt neguheriye. Ji ber ku em dema di girtîgehê de bûn armanca me çi bû li derve jî heman armance. Îktîdarê îro bi zanebûn min tehliye kir. Ji ber ku dizanibûn ezê dest ji çalakiyê bernedim. Lê ez îro hatim tehliyekirin û çalakiya xwe jî bi heman armancê didomînim. Ez ê heta dawiyê jî bidomînim.”
‘Ev tecrîd çi dibe bila bibe divê bê rakirin’
Gurbet, di dirêjiya axaftina xwe de behsa çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kir û wiha bi lêv kir: “Çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin bi rastî jî çalakiyeke gelek girîng e. Çalakiya ku Leyla Guven da destpêkirin dîrok dinivîse. Ji aliyekî ve jî divê em xwerexnedayina xwe bidin. Divê vî çalakiyê me berê bida destpê kirin. Leyla bi çalakiya ku daye destpêkirin dîrokê dinivîse. Wekî ku tê zanîn di 1’ê Adarê de li hemû girtîgehan bi sedan girtiyan dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Her çiqas zor û zextên dewletê hebin jî dê ev tecrîd di dawiyê de rabibe. Ev tecrîd çi dibe bila bibe dê rabe. Me biryara xwe daye û em ê ji biryara xwe vengerin. Îro ne roja bêdengbûnê ye.”
‘Bêdengiya ku berdewam dike dê bibe sedema mirinê’
Gurber, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku hemû Gelê Kurd ji bo vê çalakiya hatiye destpêkirin bibe deng rabe ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê êdî gelê me ji bo vê çalakiyê rabibe ser piyan. Ger ev bêdengî wha berdewam bike dê bibe sedema mirinê. Ev bêdengî me diêşîne. Vê bêdengiyê bi tenê gelê me dikare bişkîne. Divê êdî gelê me tirsa dijmin ji ser xwe bavêje. Gelê me îro ev qas tişt dibîne çawa bêdeng dimîne? Heta Serokatî azad nebe çalakiya me jî bi dawî nabe. Bila gel vê baş bizanibe û bigire ber çavên xwe. Daxwaza hevalên me yên girtîgehê jî ev e. Em bawer dikin ku em ê bigihêjin armanca xwe. Leyla Guven a ku 127 rojin di greva birçîbûnê de ye ji aliyê medyaya îktîdarê ve nayê dîtin û tu nûçe derbarê çalakiya wê de nayên derbaskirin. Îro tirs li ser wan heye û nizanin ku çi bikin. Ez bawer im em ê bi hev re bi ser kevin.”