'Em ê bi gelên ku bi cudakariya MHP'ê re rûbirû mane re li hev bikin'

  • 09:03 14 Adar 2019
  • Rojane
QERS - Li Tirkiyeyê bi hezaran kes dê 31’ê Adarê biçin ser sindoqan û şaredariyên xwe hilbijêrin. Namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Qaqizmanê Gogerçîn Aras diyar kir ku MHP'ê ji Qaqizmanê re tu xebat nekiriye û got:”Em ê bi gelên ku bi cudakariya MHP'ê re rûbirû man re li hev bikin.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û xebatên hilbijartinê  jî bi lez didomin. Qers û navçeyên wê du  serdemin ji aliyê MHP’ê ve tên rêvebirin û gel ji rêvberiya MHP’ê aciz e. Îsal HDP  dixwaze ku li gel navendê navçeyên Qersê jî bi dest bixe. Têkîldarî xebatên hilbijartinê nazmeda hevşaredariyê ya HDP’ê ya Qaqizmanê Gogerçîn Aras nirxandin kir. Gogerçînê diyar kir ku ew ê bi gelan re Qaqizmanê bi dest bixin û got ku bi gelên rastî cudakariya îktîdarê û MHP'ê hatine re dê li hev bikin. 
 
‘Em ê bi jinan re rêxistina herêmî bi hêz bikîn’
 
Gogerçînê bi lêv kir ku li navçeyê pirsgirîka herî mezin ew e ku li her qadan pêşiya jinan hatiye girtin û wiha axivî;”Ez li Qaqizmanê ji dayik bûm. Piştre em koçberî Enqereyê bûn. Ev 40 sale ez li Enqereyê dijim. 24 sale ez di nav siyasete de cih digirim. Min di nav gelek xebatên HDP’ê de cih girt û ez niha jî di nav meclîsa jinan de cih digirim. Ez niha jî namzeta hevşaredariya Qaqizmanê me. Li navçeyê pirsgirîka herî mezin pirsgirîka jinan e. Li navçeyê ji jinan re tu qadên jiyanî nehatine vekirin. Ev jî wekî pirsgirîka herî mezin dikeve pêşberî me. Em ê nîşan bidin ku jin pêşenga civakê ye û em ê  li gel qezenckirina şaredariyê rêxistina herêmî bi hêz bikîn û komîsyonên jinan ava bikîn.” 
 
'Em ê bi gelan re li hev bikin'
 
Gogerçînê anî  ziman ku ev 2 serdemên şaredariya navçeyê di destê MHP’ê de ye û got ku MHP'ê  bi polîtikayên nijadperestî gel ji hev veqetiyane û wiha dom kir;” Niha şaredariya Qaqizmanê di destê MHP’ê de ye. MHP heta niha navçe bi polîtîkayên nijadperest meşandiye. Lê em ê 31’ê Adarê van polîtikayan bi dawî bikîn. Em ê ji hemû gelan re xîzmetek wekhev bibîn. Em ê ji bo wekheviya gelan bixebitin. Em ê bi hişmendiyeke wekhev şaredariyê rêve bibîn û ji gel re bibîn bersiv. Em ê Qaqizmanê bi gelan re rêve bibin.” 
 
‘Em ê bi jinan re bibêjin Qaqizman 'Ya me ye’
 
Gogerçînê wiha dawî li axaftina xwe anî;”Em ê di qada jinê de jî kooperatîfên ked û hilbîrînê ava bikîn. Em ê ked û hilbirîna jinan bikîn kooperatîfên civakî. Em ê vê mezin bikîn û ji derveyî welat re ji bişînin. Bi vî awayî em ê di warê  aboî de  ji jinan re bibîn piştgir. Em ê 31’ê Adarê bi gelan re bi ser kevin. Em ê bi jinan re 31’ê Adarê bibêjîn ku Qaqizman 'Ya me ye'.”