Zaroka ku polîsan maşîna zirxî lê qelibandin ew ê bê tabûrcûkirin

  • 16:07 13 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Rûken Elma ya 9 salî ku duh polîsan bi maşîna zirxî lê qelibandin û piyê wê şikandin, platîn xistin hestiyê qarika wê. Hat diyar kirin ku dê sibê Elma bişinin malê. 
 
Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê polîsan di 12'ê Adarê de bi maşîna zirxî li zaroka 9 salî Rûken Elma qeliband û piyê wê şikandin. Rûken Elma ku polîsan panzêr lê qeliband û birîndar kirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî emeliyat bû. Elma li serwîsa Cerahiya Giştî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî emeliyat bû. Elma nêzî 3 saetan di emeliyatê de ma. Dermankirina Elma ya li nexweşxaneyê berdewam dike. Çîpa Elma ya piyê rastê ji 2 cihan emeliyat bû platin xistin hestiyê qorika wê. Elma ku li Serwisa Ceraha Giştî ya Sîlopî tedawi dibe, di hestiyê çenda wê de jî birîn çê bûbûn. Malbatê diyar kir ku emeliyat serkeftî derbas bûye û li bendê ne ku sibê Elma ji nexweşxaneyê derxin û bibin malê. Dayika Rûken Elma Fehime Elma, anî ziman ku tenduristiya keça wê paş e û wiha got: "Di nava rojê de polîs û qeymeqam hatin keça min ziyaret kirin. Polîsên hatin ziyaretê diyar kirin ku polîsê bersuc hatiye binçavkirin. Qeymeqamê Sîlopîyê di ziyaretê de got bila keça we rehet bibe piştre emê bi axivin. Lê ez der barê polîsê ku keça min birîndar kiriye de bi gilî me. Ez dozdar im. "