Jinên Hewramî ji Leyla Guven re name şandin: Serîhldana te hêviyê dide me
- 14:57 13 Adar 2019
- Rojane
AMED - Platforma Jinan a Hewramî ya li Herêma Kurdistana Federe, ji bo Hevseroka KDC’ê Leyla Guven name şandin. Platforma Jinan, diyar kir ku çalakiya Leyla Guven hêviya azadiyê dide jinan û got: “Heta ku gelê me di vê berxwedanê de bi ser bikeve, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Platforma Jinan a Hewramî ya li Herêma Kurdistana Federe, ji Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê de ye re, name şand.
Jinan di nameya şandin de wiha gotin: “Em weke jinên Hewremanî û Platforma Jinan a Hewramî çalakî û berxwedana Leyla Guven û silav dikin. Em berxwedana kesên li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê pîroz dibînin. Peyama ku Leyla Guven dayî ji bo gelê rûmetek mezine.
Ev berxwedana ku bi pêşengtiya jinan pêş ketî, her ku diçe mezin dibe. Ev dengê azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye. Ev berxwedan hêviya azdiyê dide jinan. Ji ber vê, ji bo ku ev berxwedan mezin bibe, divê têkoşîn bê dayîn.
Em weke jinên Hewramî û Platforma Jinan a Hewramî, ji çiyayên Osalan, Şaho, Jalanu, Text, Jaweru û Lehan piştgirî û piştevaniya xwe parve dikin. Heta ku gelê me di vê berxwedanê de bi ser bikeve, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”