Jinên Şengalê: Nûjiyan Erhan li dû şopa rastiya gel bû
- 13:49 13 Adar 2019
- Rojane
Almas Naiyf/Vîyan Said
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê Rojnameger Nûjiyan Erhan a ku ji aliyê Pêşmergeyên Roj ve bi giranî hat birîndarkirin û piştre jiyana xwae ji dest da gotin:"Nûjiyan Erhan li dû şopa rastiya gel bû. Em ê têkoşîna wê ya ji bo ragihandina rastiyê bidomînin."
Nûjiyan Erhan li Xanesorê ya Şengalê di serdema şopandina nûçeyan de ji aliyê Pêşmergeyên Rojê yên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê ve di 3'ê Adara 2017'an de bi giranî hatibû birîndarkirin û piştre jiyana xwe ji dest dabû. Jinên Şengalê derbarê Rojnameger Nûjiyan Erhan de axivîn û gotin:"Jinên têkoşer ên wekî Nûjiyan Erhan dê her di dilê me de bin û em ê li dû şopa wan a ji bo têkoşîna azadiyê bin."
'Ji bo em bîranîna wan bidin jiyîn em navê wan li zarokê xwe dikin'
Jina bi navê Xezal Hesen wiha got:"Em di serî de ji bo malbatê sebirê dixwazin. Em dibêjin ku dê tu carî jinên wekî Nûjiyan neyê jibîrkirin. Ji bo em bîranîna wan bidin jiyîn em navê wan li zarokê xwe dikin. Ji bo tolhildana şehîdên xwe em ê her dem li berxwe bidin."
Jîna bi navê Şirin Îdo jî derbare nêzikbûyina salvegera şahadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan got:"
Nûjiyan Erhan ji çiyayên azadiyê berê xwe da Şengalê û ji bona civaka Êzîdî canê xwe feda kir. Nûjiyan ji bo ragihandana rastiyê ya ji bo gel gihaşt asta şehadetê. Nûjiyan li nav civaka Êzîdî digeriya û rasti dida diyarkirin. Emê ji bo Nûjiyan her tiştî bikin. Jinên têkoşer ên wekî Nûjiyan dê her di dilê me de bin û em ê li dû şopa wan a ji bo têkoşîna azadiyê bin."