Civîna jinan a li Qamişloyê dest pê kir

  • 12:44 13 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -  Yekemîn civîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi armanca avakirina sîwanek ji jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê nû, piştî tunekirina çeteyên DAÎŞ’ ê tê lidarxistin.
 
Îro li hola Zana a bajarê Qamişloyê civîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn bi tevlîbûna hemû Meclis, sazî û dezgehên jin, her wiha jinên Partîyên bakur û rojhelatê Sûriyeyê tê li dar xistin. Civîn bi armanca avakirina sîwanek nû  ya ji bo pêşeroja jinan a piştî têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê li Dêra zorê  ji bo tevahî pêkahateyên jin ên bakur û rojhilatê Sûryeyê ava bikin. 
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Civîn bi nîqaşan berdewam dike. Dê herî dawî encamnameya civîne bê derxistin û were ragihandin.