'Serhildana Gelê Kurd dê bi dawî nebe'
- 12:41 13 Adar 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Bi boneya salvegera 15'emîn ya serhildana Qamişloyê li Kampa Serdemê sinevizyona derbarê Serhildana Qamişloyê hat temaşekirin.
Di 12'ê Adarê 2004'an de li stadyoma futbolê ya Qamişloyê ji aliyê rejîmê ve êrîş li Kurdan hatibû kirin. Têkildarî mijarê de li Kampa Serdemê sinevizyona derbarê Serhildana Qamişloyê hat temaşekirin. Bi tevîbûna hemû ciwanên Efrîn û Şehbayê, Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk, Yekîtiya Ciwanên Şehbayê sinevizyon hat temaşekirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê ciwanên şoreşger rêveberiya tevgera ciwanên şoreşger Ebdo Welo di derbarê bûyera Qamişloyê û êrîşên Rejîma Sûriyê yên li ser sivîlên Qamişloyê axivî. Jinên ku beşdarî çalakiya sinevizyonê bûn nêrînên xwe anîn ziman.
Hêva Reşîd wiha got:"Em roja serhildana Qamişlo bi bîr tînin û bejina xwe li hember hemû şehîdên wê rojê ditewînin, di stadyoma Qamişlo de Rejîme BAAS'ê êrîşî Gelê Kurd kir. Di encamê êrîşên Rejîmê de gelek sivîl şehîd ketin û gelek jî birîndar bûn, ev tê weteya ku her dewlet û sîstem dixwaze gelê kurd qir bike. Em weke jinên ciwan tu carî qirkirin û tunekirinê qebûl nakin, em ê serî hildin û Rêber Apo rizgar bikin."
Her wiha Emel Şeşo ev tişt got:"Di vê rojê de Rejîma BAAS'ê êrîşî kurdan kirin ew roj tu carî em ji bîr nakin, her tim dewlet û sîstemên desthiltdar xwestin gelê kurd qir bikin. Lê em ê li dijî vê qirkirinê her li berxwe bidin."
Emîne Muhemed axivî û got:"Tu carî sîstemên dewletan nikare kurdan tune bike, em wek gelê kurd her tim serî hildidin."
Çalakî bi dirûşmeya ”Bijî berxwedana Qamişlo” bi dawî bû.