HDP'ê derbarê grevên birçîbûnê de li Mêrdînê daxuyanî da

  • 12:06 13 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê li dijî hemû astengiyên polîsan daxuyanî da. Ebru Gunay a ku li ber girîgehê axaftin kir bang kir ku bêyî dereng bê mayîn bila daxwazên Leylayê û girttinyan bê qebûl kirin û tecîrîd bê arkirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya  Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê  Leyla Guven ku 126 roj e  û ya girtiyan  a bêdem û bêdorveger li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê daxûyanî da. Beriya daxûyaniyê polîsan ber girtîgehê dorpêç kir û nehîştin ku HDP’yî biçin  ber girtîgehê. Lê polîsan bi hinceta avahiya cemaweriyê ye pêşiya girtîgehê li HDP’yîyan asteng kir. Amîrê polîsan jî bi hinceta biryara walîtiyê ye xwe parast. Piştî nîqaşa ku di navbera polîs û HDP’yîyan de pêk hatin, daxûyanî li otoparka nêzî girtîgehê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay, rêvebirên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan tevlî daxûyaniyê bûn.  
 
‘Em dibêjin  em vê qebûl nakin’
 
Ebru, anî ziman ku Leyla Guven 126 rojin di greva birçîbûnê ya  bêdem û bêdorveger de ne û ew  ji bo piştgiriyê bidin Leyla û hevalên wê  li ber girtîgehê kom bûne û wiha berdewam kir:  Hevala me Leyla Guven 126 rojin di greva birçîbûnê de ye. Hevalê me Nasir Yagiz 100 roj derbas kir. Parlementerên me Selma İrmak û Sebahat Tuncer jî ev 57 rojin di greva birçîbûnê de ne. Her wiha dîsa sê hevalên me li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de ne. Em ji vir carekedin bang li  kesên xwedî berpirsiyarî dikin; Ji rewşa hevalên me hikûmet berpirsiyar e. Bêyî ku dereng bê mayîn bila daxwazên hevalên me bên bicihanîn û tecrîda li Girava Îmraliyê ya li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin.”
 
‘Bi Hezaran hevalên me di grevêdene’
 
Ebru, di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê li her derê û her deverê bibin denge Leyla Guven û  girtiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berê nêzî 350 hevalên me di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bûn.  Ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan hevalên me dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev jî tê wê wateyê ku bi hezaran hevalên me di grevê de ne.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.