Parvekirina mijara Dayikên Şemiyê bû sedema lêpirsînê

  • 10:46 13 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku model Dîdem Soydan Dayikên Aştiyê di medya civakî de parve kir, derbarê wê de bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” lêpirsîn hat vekirin.  
 
Ji ber ku model Dîdem Soydan, di hesabê xwe yê medya civakî de Dayika Şemiyê Emîne Ocak a wêneyê kurê xwe Hasan Ocak hilgirtî parve kir, derbarê wê de bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” lêpirsîn hat  vekirin. 
  
Dîdemê di parvekirina xwe ya înstagramê ya 28’ê Tebaxa 2018’an de wiha gotibû: “Ji bo dayika giyan û dayikên weke te bi nirx: Ji ber tiştên dibin lêborîna xwe ji we dixwazim. Daxuyanî dayîn, sedemên giran û sûc vegotin jî bê wate dimînin. Wêne bese. Dayîkek li zarokê xwe digere. Zaroka xwe ya hatiye binçavkirin û windakirin. Navê wan ji bo min heskirin, devjêneberdan, dil û gotina dayîkê ye. Ez lêborîna xwe ji Dayikên Şemiyê dixwazim, ji bo van hemû tiştên hatine serê me û mûamelaya li dijî we hat kirin lêborînê dixwazim. Ez ji we lêborînê dixwazim.”