'Xewnên Erdogan li ber ba ket'

  • 10:15 13 Adar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
DÊRA ZORÊ - Endama Tevgera Têkoşîna Azadiyê Aryen Qamişlo pêngava dawî ya tunekerina çeteyên DAÎŞ'ê nirxand û got:"Ji bo aramiya hemû gelên cîhanê em li vir li dijî çeteyan têkoşînek mezin dimeşînin."
 
Li Dêra Zorê çeteyên DAÎŞ'ê cih li wan teng dibe û ber bi tunebûnê ve diçe. Têkildarî pêngava têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de Endama Tevgera Têkoşîna Azadiyê Aryen Qamişlo wiha got:"Em bi têkoşîna li dijî çeteyan tola bi hezaran jinan digirin. Heta ku em hebin em ê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin."
 
'Divê çeteyên  ku jin û zarok serjêkirin werin darizandin'
 
Aryenê got:"Niha şer dewam dike. Her ku diçe em nêztir dibin. Bi hezaran jin, zarok û malbatên çeteyên DAÎŞ'ê xwe radestî hêzên me kirin. Armanca me ew bû ku jinên  Êzîdî ku hatin revandin rizgar bikin û rastî jî YPJ'ê bi dehan jinên Êzîdî rizgar kir. Bi saya YPJ'ê çeteyên ku li serê dinyayê bûbûn bela, têk diçin. Me ev têkoşîn ji bo hemû cîhanê kir. Divê çeteyên  ku jin û zarok serjêkirin werin darizandin."
 
'Xewnên Erdogan li ber ba ket'
 
Aryenê herî dawî wiha got:"Di pêngavê de gelek belgeyên ku ispat kir têkiliya Dewleta Tirk û DAÎŞ' ê bi hev re heye hat aşkerekirin. Êdî bi rizgarkirina Dêra Zorê re xewnên Erdogan ên ku dixwest DAÎŞ'ê mezin bike, êdî li ber ba diçe. Erdogan dibêje ku QSD terorîst e lê di piratikê de ya teror e  DAÎŞ e û yê piştgiriyê dide DAÎŞ'ê jî Erdogan e. Têkoşîna YPJ/QSD'ê ya li hember terorê dê bidome ta ku em weş azad ku gel bikaribe bi rengekî aram bijî, welatekî azad ava bikin. Ji bo aramiya hemû gelên cîhanê em li vir li dijî çeteyan têkoşînek mezin dimeşînin. Em bi têkoşîna li dijî çeteyan tola bi hezaran jinan digirin. Heta ku em hebin em ê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin."