Li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên hilbijartinê berdewam dikin
- 10:09 13 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de heyeta HDP'ê serdana 3 navçeyên Mêrdînê kir û gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Mêrdînê di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de îro li navçeyên Stewrê, Dêrik û Şemrex û gundan çalakî li dar xist. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, parlamenterên bajêr Mîthat Sancar, Pero Dundar, Ebrû Gunay û Tûma Çelîk, Namzetên Hevşaredariya Stewrê Gulîstan Oncu û Mehmet Yasîn Kalkan serdana taxên Awîna, Elfan û Barman kirin.
'Desthilatdarî jî di ferqê de ye'
Mthat sancar Sancar li Elfanê bi esnafan re axivî û got; “Ev hilbijartin wê encamên cûda bi xwere bîne. Desthilatdarî jî di ferqa vê de ye. Ji ber wê jî ev hilbijartin veguherandiye têkoşîna mirin û mayînê. Bi gotina ‘Em hilbijartinê winda bikin, welat wê hilweşe, dewlet winda bike’ propagandayê dikin. A rast ev e; Wana ev welat pûç kir. Ji xwe civak parçe kirin. Kîn û nefret xistin nava gelan. Niha jî eger winda bikin dizanin ew ê hesabê vêya bidin. Lê em jî tiştekê dizanin. Ew ê winda bikin. Ji ber ku ev welat bi kîn û nefretê nayê birêvebirin.”
'Roj roja têkoşînê ye'
Li taxa Awîna jî parlmanetera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û qala greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Leyla Guven û girtiyên zindanê kir. Pero banga xwedîderketina li daxwazên girtiyan kir û got; “Roj roja têkoşîn û deng derxistinê ye.”
Wesayita anonsê hat desteserkirin
Piştre heyeta HDP’ê çû navçeya Şemrexê û li ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Di navbera HDP û polîsan de gengeşî derket. Piştî gengeşeyê wesayît ketin nava navçeyê û wesayîta anonsê ya HDP’ê bi îdîaya “qedexeya weşanê heye” hate desteserkirin. Piştre heyeta HDP’ê serdana taxa Qasrîk a ku ji aliyê fermandarê qereqolê ku gotibû “Eger herî kêm ji vir 200-300 deng ji bo AKP’ê dernekeve ez ê vî gundî bişewitînim” kir.
Gundiyan eleqeyek mezin nîşanî heyeta HDP’ê da, bi hevre govend gerandin û bê navber dirûşm berz kirin. Gundiyan bi soza “Mereq nekin dengê me diyar e” heyeta HDP’ê oxir kiri.
HDP'yî li Dêrikê bi coş hatin pêşwazîkirin
Heyeta HDP’ê piştre çû navçeya Dêrikê û li vir ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmeyan hatin pêşwazî kirin. Ahmet Turk li vir ji gel re axivî û got; “Gelê Dêrikê ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînek mezin daye. Gelê Kurd roj bi roj ber bi azadiyê ve gavê diavêje. Her roj dijminahiya HDP’ê dikin. Têkildarî hiqûq, edalet, azadî û hejartiyê tiştekê nabêjin. Em ê bersiva pêwîst bidin kesên ku li dijî gelê Kurd siyaseta dijminahiyê dikin. Qeyûm tayînî 95 şaredariyên me kirin. Lê em baş dizanin ku; gelê me ew ê roja hilbijartinê bersiva pêwîst bidin.” Turk bi Kurdî got; “Siwar Hatin Peya Çûn”
Piştre heyeta HDP’ê serdana taxaên Şabana û Kizilê yên navçeya Dêrikê kir, bi gel re civiyan û bernameya hilbijartinê bidawî kirin.