Ji hunermendan ji bo grevên birçîbûnê bang: Em dengê xwe bilind bikin
- 09:10 13 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê hatin destpêkirin, hunermend Ozlem Gerçek bang kir û got: "Ev ne tenê berxwedana Leylayê ye. Divê ev berxweda hemû kesên ku têkoşîna jinê didin be. Divê em zêdetir ligel hev bin, em zêdetir dengê xwe gotina xwe û yekitiya xwe mezin bikin. Hunermendên vî welatî divê zêdetir deng derxin. Em dengê xwe bilind bikin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 126’an de didome. Piştî Leylayê bi hezaran girtî bi heman daxwazî dest bi grevê kirin û greva wan jî didome.
‘Em deng, gotin û yekitiya xwe bilind bikin’
Ozlemê daxuyakirin ku Leyla Guven li hember hemû pêkanînên dijdemokratîk ên li welat ketiye greva birçîbûnê û got ew jî çûye serdana Leyla Guven. Ozlemê balkişand ser hestên xwe yên di dema serdanê de û wiha got: “Di serdanê de min cesaret, berxwedan, baweriya wê dît. Dema em bên cem hev, em bi hev re deng derbixin wê berxwedan hîn bêtir xurt bibe. Ji ber vê ev ne tenê berxwedana Leylayê ye. Divê ev berxwedana hemû kesên ku têkoşîna jiyanê dide be. Divê berpirsiyariya xwe bînin cih. Divê em zêdetir ligel hev bin. Em deng, yekitî û gotina xwe zêdetir bilind bikin.”
‘Divê hunermend zêdetir deng bilind bikin’
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hunermend xwe ji derveyî vê negirin û got: “Divê li dijî her cureyê neheqiyê deng bê derxistin. Divê hunermend li dijî van têkoşîna xwe, gotin, stran û filmên xwe zêde bike. Divê teqez hunermendên vî welatî zêdetir dengê xwe derxin.”