‘Cizîrê 3 sal berê serî netewand wê niha jî netewîne’

  • 09:04 13 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Hacer Yîgît a di dema qedexeyên Cizîrê de gelek xizmên wê birîndar bûn û 3 kurê wê hatin girtin wiha got: “Cizîrê serî netewand, wê tu car serî netewîne. Me bedel da. 40 zarokên min hebin ez ê bi 40 zarokê xwe re têbikoşim.”
 
Li Cizîrê sê sal berê qedexeya derketina derve hat îlankirin û bi mehan di bin dorpêçê de ma. Zextên li hember Cizîrê hîna didomin. Hacer Yîgît bertek nîşanî geşedanan dan û got her roj bi nûçeyên girtin û binçavkirinê şiyar dibin û got îradeya xwe ya di bin tanq û topan de teslîm nekirine wê niha jî teslîm nekin. 
 
'Tevî her tiştî me dest jê berneda'
 
Hacerê destnîşan kir ku di dema qedexeyê de ji mala xwa ya Taxa Yafes derneketiye û bi rojan tî û birçî mane. Hacerê bi lêv kir ku neviyên wê û gelek xizmên wê birîndar bûne, 3 kurê wê cezayên girtîgehê girtine. Hacerê wiha got: “Ji qedexeyê şûnde tiştên ku nema hat serê me. Me tîbûn, birçîbûn, heqeret û her tişt dît. Me tanq, top û mirin dît. Tevî vê me dest ji doza xwe û çanda xwe berneda. Evqas tişt bû lê hîna em Kurd in. Em ê heta mirinê jî serî li hember dewletê netewînin. Me bedel da. 40 zarokên min hebin ez ê bi 40 zarokê xwe re têbikoşim.”
 
‘Em tiştên hatin serê me ji bîr nakin’
 
Hacerê bi lêv kir ku ew wek jin ne îro ne jî di dema qedexeyê de serî natewînin û wiha pê de çû: “Me digirin, îşkence dikin. Îro jî heman tiştî dikin. Kurên min girtine. Xizmên min di qedexeyê de birîndar bûne. Her roj zext tên kirin. Em wan rojan ji bîr nakin. Qiyamet jî rabe em wan rojan ji bîr nakin. Tiştên dewletê kirin nayên jibîrkirin. Ji Kurdan ditirsin. Gelê Kurd tu car dest ji çanda xwe bernade. Em heta mirinê dest ji çanda xwe bernadin.”
Hacerê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di qedexeyê de tu kes nav wan de tunebû, hemû gel bûn û got: “Li hember gel bûn dijmin. Cizîrê serî netewand. Wê tu car jî serî netewînin. Em ji berê xurtir in. Em bi îrade ne. Ew qedexe ji ser me derbas bû. Em xurt bûn û me ev ferq kir.”