Huda Kaya: Em ê Bagcilarê bikin navçeyek dikare lê bê jiyîn

  • 09:02 13 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL- Namzeta hevşaredariyê ya Bagcilarê Huda kaya diyar kir ku hedefa wan ev e ku Bagcilarê bikin navçeyeke mirov dikarin lê bijî, hemû jin lê bibin xwedî gotin û got: “Em ê hewl bidin ku Bagcislarê pêşve bixin. Em ê hêviya xwe ya li herêmê li seranserê welat belav bikin.”
 
HDP’a ku li 13 navçeyên Stenbolê namzetên xwe aşkera kirin, yek jê jî ya Bagcilarê parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Huda Kaya ye. Huda Kaya der barê xebatê xwe de axivî û  rojeva siyasî ya welat nirxand. 
 
Hudayê got hedefa HDP’ê ev e ku qeyûman ji bajarên kurdan derxînin û gel bi îradeya wan re bînin cem hev û wiha got: “Hedefa me ya din jî ve ku zîhniyeta mêr ya ku welat her roj dibe kaosê di serî de li bajarên mezin têk bibin. hemû derdorên dixwazin vê pêşketinê bidin sekinandin divê hêza desthialtdarî ji rêveberiyan qût bikin. Ev mijar ne tenê dijminahiya AKP’ê ye. Ev muxalefeta zîhniyetê ye. Ev zîhniyet jiyanê qetilk dike, şer pîroz dike û jinê dike kole. Biryara partiya me li bajarên mezin girtiye li holê ye.”
 
‘AKP bagcilar wek depoya dengan dibîne’
 
Huda Kaya bi lêv kir ku navçeya Bagcilar xwedî nifûsa herî mezin a Stenbolê ye û got AKP vê derê wek depoya dengan dibîne û got: “Navçe bi mîmariya xwe ketiye nava betonê. Tenê kolanên wê hene û wek girtîgeha vekirî ye. Li cihekî mezin yê wek Bagcilarê ax tune ye ku zarok pêlê bikn. Cihekî ku mirov lê bîhna xwe bigirin tune ye. Di heman demê de rêjeya sûc û bikaranîna tiryakê jî zêde bûye. Hedefa me ya herî mezin ev e ku  em navçeyê  biguherin û ji bo welatiyan bikin cihekî ku dikare lê bijîn.”
 
Hudayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî veguherîne ‘pirsgirêka beka’ ya hikûmetê û pirsgirêkên der barê beka saltanat û qesra xwe wek pisgirêka Tirkiyeyê ji gel re vedibêje. Hudayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê hêviya ji herêmê bilind bûye li seranserê welat belav bikin. Ew çiqas bêhêvîtiyên xwe yên der barê parşerojê de wek bêhêvitiya Tikriyeyê vebêjin jî, gelê me bi hêvî ye. Em ê di vê pêvajoyê de tax bi tax bigerin, projeyên xwe yên HDP’ê,  ji mirovan re vebêjin.”
 
Huda Kaya kî ye?
 
Huda Kaya di 9’ê cotmeha 1960’an de li Stenbolê hat dinê. Bi salan di MAZLUMDER’ê de xebat maşend. Ligel vê xebatên jinan meşand. Rojanemgerî kir. Di 1998’an de ji ber nivîseke destmalê hat darizandin û 20 meh ceza girt. Di 1999’an de li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hat darizandin. Di 28’ê Sibatê de pirtûka wê ya du cîl hat weşandin. Di Ozgur Gundemê ya hat girtin de nivîsî. Piştre HDP nas kir û di Lijneya Rêveberiya Navendî de cih girt. Bû namzeda Yekitiya Jinên Misliman a Navneteweyî. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji HDP’ê parlamentera Stenbolê hat hilbijartin.