ROJEVA 13'Ê ADARA 2019'AN
- 09:00 13 Adar 2019
- Rojev
*Namzeta hevşaredariyê ya Bagcilarê Huda kaya diyar kir ku hedefa wan ev e ku Bagcilarê bikin navçeyeke mirov dikarin lê bijî, hemû jin lê bibin xwedî gotin û got: “Em ê hewl bidin ku Bagcislarê pêşve bixin. Em ê hêviya xwe ya li herêmê li seranserê welat belav bikin.” DÎMEN HEYE
*Emîly Murphy ji bo mafê jinan di Senatoya Kanadayê de ku wekî mafê mirovî jî nayê dîtin têkoşîn kir, 151 salî ye. Emîly bi 4 hevalên xwe yên jin re têkoşînek bi heybet da û yek ji pêşenga ji bo wekheviyê têkoşîn meşandiye.
Emîly Murphy yek ji dadgera jin a Kanadayê ye di sala 1929’an de bi têkoşîna wê bi awayekî hiqûqî jin wek mirov hat hesibandinê ye. Bêguman ev maf bi hêsanî nehat bidestxistin. Di wan salan de Destura Bingehîn a Kanadayê digot ‘kesên girîng’ dikarin tayînê sentoya Kanadayê bên kirin. Dema behsa wan mirovan jî dikir, ji bo mêran digot. Ev jî dihat wê wateyê ku mêr wek mirov dihatin dîtin.
* Hacer Yîgît a di dema qedexeyên Cizîrê de gelek xizmên wê birîndar bûn û 3 kurê wê hatin girtin wiha got: “Cizîrê serî netewand, wê tu car serî netewîne. Me bedel da. 40 zarokên min hebin ez ê bi 40 zarokê xwe re têbikoşim.”DÎMEN HEYE
*Li Pasûrê di qursa Kuranê de şewat derketibû û 6 zarokî di şewatê de jiyana xwe ji dest dabû. Di rapora kesê zane ya hatiye amadekirin de Faruk Işik ‘di asta yekem de bi qusur’ hat dîtin û ji sûcê ‘peywira xwe bi nebaşî bi kar aniye’ hat beratkirin, ji sûcê ‘ji teqsîrê bûye sedema mirina kesan û birîndarbûna kesan’ jî 11 sal ceza hat dayîn lê ev jî rastî daxistina ‘rewşa baş’ hat. Der barê Miftiyê Navçeyê yê Pasûrê yê demî Selahattîn Ozçelîk jî ji sûcê ‘Bi qisûr e’ jî serlêdana sûc hatibû kirin, lê ew tayînî Cigiriya Miftitiya Şirnexê kirin û gumanbar Faruk Işik jî tayînî Konyayê kirin.
* Li Mêrdînê bi parvekirina di çapemeniya civakî de bi hinceta ‘propaganda rêxistinê hatiye kirin’ A.A bi salek û 6 meh cezayê girtîgehê dihat darizandin, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de hat nirxandin.
*Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê hatin destpêkirin, hunermend Ozlem Gerçek bang kir û got: "Ev ne tenê berxwedana Leylayê ye. Divê ev berxweda hemû kesên ku têkoşîna jinê didin be. Divê em zêdetir ligel hev bin, em zêdetir dengê xwe gotina xwe û yekitiya xwe mezin bikin. Hunermendên vî welatî divê zêdetir deng derxin. Em dengê xwe bilind bikin."DÎMEN HEYE