15'emîn salvegera serhildana Qamişlo hate bi bîranîn
- 18:44 12 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bin diruşmeya "serhildana 12'ê adarê heta serkeftina gelên Bakur û Rojhilatê suriyê ye" Desteya ciwan û werzîşê ya Kantona Cizîrê bi alîkariya yekîniyên parastina gel YPG 15'emîn salvegera serhildana Qamişloyê li stadyuma 12'ê adarê bîranîn li darxist.
Bin diruşmeya "serhildana 12'ê adarê heta serkeftina gelên Bakur û Rojhilatê suriyê ye"Desteya ciwan û werzîşê ya Kantona Cizîrê bi alîkariya yekîniyên parastina gel YPG'ê 15'emîn salvegera serhildana Qamişloyê li stadyuma 12'ê Adarê bîranîn li darxistin. Bi hezaran şêniyên herêma cizîrê bi hemû pêkhatiyên xwe,li stadyumê bi alên TEV-Demê, yekîniyên parastina gel (YPG) yekîniyên parastina jin (YPJ) û wêneyên Rêberê PKK"ê Ebdulah Ocalan hatibû xemlandin.
Çalakî bi deqeyekê rêzgirtinê hat despêkirin. Paşê torena leşkerî ji aliyê yekîniyên parastina gel YPG, yekîniyên parastina jin YPJ ve hat li darxistin. Her wiha axavtin ji aliyê berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmud ve li ser navê saziya malbata şehîda Masûm Mihemed, her wiha li ser navê Rêveberiya xweser Edbu El-Kerîm hatin kirin û wiha anîn ziman."Em îro li vir kombûne ji bo ku ji nu ve em bihara gelan nûh bikin û em bibin yek daku welatê xwe rizgar bikin. Em soz didin ku heta em welatê xwe rizgar nekin tu caran em dev ji doza xwe bernadin.
Paşê ji aliyê tîma Qamişlo û Dêr El-Zorê ve maça fotbolê hat lîstin. Her wiha tîma Qamişlo bi 5 golan bi ser ket û tîma Dêr El-Zorê jî goleke avêt. Ji ber ku buyerê 12'ê adarê li heman qadê di maçê de derketibû. Îro asta yekitiya gelan hişt ku ev nakokî û komkujî ji holê were rakirin.
Her wiha di dawiyê de koma Botan û hunermend Sefqan Orkêş starnên şoreşgerî gotin.
Hêjayê gotinêye di sala 2004'an de sedemê komkujiya Qamişlo nijadperestî bû, lê di roja îro de ev bingeh bi temamî ji holê hatiye rakirin.