Ji bo serhildana 12'ê Adarê li Kobanê panel hat lidarxistin

  • 16:54 12 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Partiyên Siyasî yên Bajarên Kobanê bi boneya 15’emîn salvegera serhildana 12`ê Adarê ya bajarê Qamişloyê bi diruşma `Serhildana 12`ê Adarê çirûska 19`ê Tîrmehê bû`panel li darxist in.
 
Partiya Demokratîk ya kurdên Sûriyê, Partiya Sûrîya pêşeroj, PartiyaYekîtîya Demokratîk a Kurdên Sûriyê, Partiya Çep ya kurdên Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Partiya Demokratîk ya kurdên Sûriyê tevî panelê bûn. Bi wesîleya salvegera serhildana 12`ê Adarê li aywana Firatê panel  hat lidarxistin. 
 
Panela ku bi sedan jin û nunerên saziyên civaka Sivîl tê de amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê  hat destpêkirin. Paşê jî axaftin hatin kirin.
 
Di destpêkê de bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bekir Îsa axivî û wiha got: “Em sembola civaka Rojava serhildana 12`ê Adarê bi bîr tînin. Bi vê munasebetê serîhildana gelê me ya li dijî şovenîzma Rêjîma BAAS`ê tê bîra me. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşeke civakî û di berxwedaneke dîrokî de ne. Îro li cem jiyan demokrasî û azad e, ev yek jî bi saya çirûska 12`ê Adara 2004`an e.”
 
Her wiha bi navê Partiya Demokratîk ya Kurdên Sûriyê jî wiha gotin: “Rêjîma BAAS'ê her tim gelê Kurd bê maf hîşti bûn. Ji bo vê jî me berê xwe dida hêzên Opozisyonê da ku xwestekên me ji me re erê bikin. Lê em her tim rastî Nijadperestiyê dihatin. Rêjîm û Opozisyon li dijî hev bûn, lê dema ku mijar  dibû Kurd, ew dibûn yek. Nêzikatiya her du hêzan jî weke hev bûn. Ev nêzkatî di serhildana 12`ê Adarê de eşkere bû.”
 
Muse Kino bi nave PartiyaYekîtîya Demokratîk ev yek got: “Gelê Kurd siyaseteke aşîtî, demokratîk û durust dimeşîne. Di nav şoreşa Sûriyê de jî gelê Kurd roleke erênî lîstin. Mînaka wê jî li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li ber çavan e.”
 
Herî dawî jî bi navê Partiya Sûrîya Pêşeroj Semîra Mihmed Elî jî qala rol û pêşketinên jinê kir û got: “Di pergala Sûriyê de herî zêde hebûna jin hatibû înkarkirin. Ji bo vê jî yên ku şoreşê birêvebirin û pêşengtiya wê kirin jin bûn. Jin ji ber zext û koletiyê di hundirê pergala baviksalarî de serî hilda û ronahiya xwe belav kir. Jinan ji çirûska yekemîn heta şoreşa mezin ya 19`ê Tîrmehê gaveke mezin avêtin. Di  roja îro de ew xwe birêxstin, sazî, partî, raman û nasname dikin.”