Heyeta Herêma Kurdistana Federe Leyla Guven ziyaret kir
- 16:31 12 Adar 2019
- Rojane
AMED - Heyeta ku ji endamên akademiya siyasetê û Partiya Kedkar ên Herêma Kurdistana Federe hatin Amedê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 125 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye ziyaret kirin. Leyla Guven jî ji heyetê re got: "Şoreş bê bedel nabe. em hêvî dikin ku ev berxwedan bibe wesîleya yekîtiya neteweya kurd."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 125'an de didome.
Ji Herêma Kurdistan a Federe, heyeta ku Endame Rêveberiya Akademiya Siyasetê Dr. Hekîm Ebdulkerîm û Şoreş Xidir, Endamê Platforma Hewrem Hilal Şewket, Endama Lijneya Rêveberiya Partiya Kedkar Bextiyar Mustefa, hatin Amedê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li mala wê ya Amedê ziyaret kirin. Endamê Tevgera Azadi Ronak Mecîd ji ber ku li Sînorê Xabûrê hat rawestandin û destûr nedan derbas bibe nekarîbû tev li ziyaretê bibe. Endama Komîsyona Karên Derve ya HDP'ê Feleknas Uca jî hevkariya ziyaretê kir.
Keça Leyla Guven Sabiha Temizkan heyet peşwazî kir. Heyetê piştre ji Temîzkan agahî girtin. Heyetê piştre peyama Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li Hewlerê 112 rojin di grevê de ye parve kir. Jinên Hewlerê jî diyarî ji Guven re şandin. Heyete piştre şala ku Jinên Hewramî li ser nivîsa hewramî ya “Jinên Hewramî” nivîsiye diyarî Leyla kirin.
Leyla Guven, piştre ji ber ziyareta heyetê spasiyên xwe anîn ziman û wiha got: “Şoreş bê bedel nabin. Em hevî dikin ku ev çalakî bibe wesîleya yekitiya gelê kurd. Pir baş li hevale Nasir binerin. Guven ji ber tenduristiya xwe bi zahmetî axivî.
Heyet piştre çû avahiya HDP'ê û Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag a di 3'ê Adarê de dest bi grevê kiriye û Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarısaç ên di 8'ê Adarê de dest bi grevê kirin ziyaret kir. Heyetê piştre ji wekilên HDP’ê der barê çalakiyan û tecrîdê de agahî stend.