Zaroka ku panzêr lê qewimî hat emeliyatkirin

  • 15:17 12 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Navçeya Sîlopîya Şirnexê polîsan panzêr li zaroka 9 salî Ruken Elma qeliband. Elma ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Sîlopî. Dayika Elma Fehîme Elma, diyar kir ku ew der barê polîsan de glîdar e. 
 
Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê polîsan bi panzêrê li zaroka 9 salî Rûken Elma qeliband û ji piyê wê birîndar kirin. Rûken Elma ku serê sibê diçû dibistanê, polîsan bi maşîna zirxî li ser rêya Hevrîşimê lê qeliband. Elma ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî. Elma piştî birîndar bû li nexweşxaneyê tê dermankirin. Hat diyar kirin ku hestiyên piyê wê şikestiye. Malbatê diyar kir ku li Serwîsa cerahiyê razandine. 
  
Malbata Elma ya 9 salî agahî dan Ajansa Mezopotamya (MA) û anîn ziman ku bûyer serê sibê pêk hat. Dayika Elma Fehime Elma anî ziman ku dema keça wê diçû dibistanê maşîna zirxî lê qeliband û wiha got: “Serê sibê saet 07.30'an de min keça xwe ji malê şand dibistanê. Dema ji malê derket û derbasî milê din yê Rêya Hevrişîmê bû, maşîna polîsan a zirxî bi lez ji hemberî hat û lê qeliband. Heta ku min keça min çû keça min çû! panzêra polîsan hat lê xist. 2-3 metre avêt piyêrê. Heta ez çûm, ew rakirin nexweşxaneyê. Ne zaroka min bûya dê li yek din xistibûna. Panzêr her dem li ser vê rêyê pir bi lez derbas dibin. Kî bê pêşiya wan dê lê biqelibînin û derbas bibin. Ew dizanin ku zarok diçin dibistanê û serê sibê di ser vê rêyê re derbas dibin. Gelek zarok li wir derbasî milê din ê kolanê dibin. Ger ku li zaroka min neqelibandina dê li zarokek din biqelibandina." 
 
Elma, anî ziman ku keça wê xistin emeliyatê û wiha got: "Hestiyê piyê keça min ji 3-4 cihan şikestiye. Ez ji polîsan glîdar im. Niha keça min li nexweşxaneyê tê dermankirin. Bavê Rûken Elma Suleyman Elma di şaredariya DBP’î ya Sîlopiyê de karker bû. Pişti qeyûm hat ji kar hat avêtin." 
  
Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 3'ê gulana 2017'an de polîsan bi panzêrê li malê xist û Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev kuştin. Doza der barê ajokarê panzêrê polîs Omer Yigît û amirê polîsan Murat Maden de hat vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê berdewam dike. Dozger ji bersûcan ji 2 salan heta 15 salan cezayê hepsê dixwaze. 
 
Li taxa Yeşiltepe jî di 30'ê mijdara 2017'an de zaroka 10 salî Çigdem Başak a piyê wê di nava bariyerê Road Blockere (Blok Bariyer) de asê man, birîndar bûbû. Lêpirsîn bê encam bi dawî bû.