Ji bo serhildana 12'ê Adarê li Şehbayê daxuyanî hat dayin
- 15:07 12 Adar 2019
- Rojane
ŞEHBA - Ji bo bîranîna salvegera 15'emîn ya serhildana Qamişlo Meclîsa herêma Efrînê daxuyaniyek li kampa Berxwedanê ya girêdayî Kantona Şehbayê da.
Ji bo bîranîna salvegera 15'emîn ya serhildana Qamişlo Meclîsa herêma Efrînê daxuyaniyek li kampa Berxwedanê ya girêdayî Kantona Şehbayê da. Bi tevlîbûna hemû endamên saziyên rêveberiya xweser, kongreya star, Meclîs û komînan daxuyanî hat dayin. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endamê rêveberiya meclîsa kantona Efrînê Israfîl Mistefa, bi zimanê kurdî jî ji aliyê endama rêveberiya meclîsa kantona Efrînê Zelox Reşîd hat xwendin.
Daxuyanî weha ye:
Di tevahî dîroka Sûriyê de kurdan weke hemu pêkhateyên Sûriyê yê din roleke mezin di rizgarkirin û avakirina Sûriyê de lîstin, yekemîn kes li dijî dagirkeriya Firansan rawestiyan û li ber xwe dan li hember wan kir “ Yûswuf El Ezme” bû her weha “ Ibrahîm Heneno” û bi dehan berxwedêrên din yên ku bi lehengî li hember dagirkeriyê şer kirin.
Lê li hemberî wê Rejîma BAAS hemû siyastên nijadperestî û guhertina demografîk pêk anî ,ji serjmartine bê edalet de bigire yê ku bi sed hezaran kurd bê nasneme hişt û kirin biyanî di welatê de xwe de, heya projeya Cembera Erebî ye ku bi riya wê gundên erebî li seranserî sînora Cizîrê avakir û bi hezaran hiktar erdên kurdan ji xwediyên wê yên esasî destwerdan û radestî koçberên erebî yên di wir de bi cih kirine, kirin. Her wiha navên gundên kurdan guhertin û kurd ji hemu mafên wan bê par hiştin.
Di 12'ê Adara 2004'an de li stadyoma futbolê ya Qamişloyê Kurd ji aliyê rejîmê hatin qetilkirin. Lê nîjadperest bi ser neketin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî nîjadperestiyê bidomînin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên” Bijî Serok Apo, Bijî berxwedaniya gelê kurd” bi dawî bû.