Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bîranîn
- 14:48 12 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Kesên di Komkujiya Gaziyê ya berî bi 24 salan hat kirin hatin bîranîn. Di axaftina ku li ser navê malbatên xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hat kirin de çalakiya Leyla Guven hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Leyla Guven 125 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û bi xeteriya jiyanê re rûbirû ye."
Li Stenbolê, 22 kesên di 12'ê Adada 1995’an de, di komkujiya li Taxa Gazî ya li dijî welatiyên Elewî pêk hat de, jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê rêxistinên Elewî yên navçeya Sûltangazî ve pêk hat û bi sedan kes li ber Mala Cemê ya Taxa Gazî kom bûn û heya qereqola berê ya Gazî meşiyan. Di bîranînê de pankarta “Em komkujiyên Gazî Umraniyê ji bir nekirine û emê ji bîr nekin” hat vekirin û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn, hatin hilgirtin. Parlementerên HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî beşdarî bîranînê bû. Girseya ku bi meşê gehişt ber cihê bûyerê, kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.
'Di şexsê Elewiyan de êrîşî hemû gelan kirin'
Li ser navê malbatan Erkan Şîmşek, daxuyanî da û wiha axivî: “Di şexsê Elewiyan de êrîşî hemû gelan kirin. Gelo çawan dibe ku qailt winda bibin? Gelê Gazî vê yekê baş dizane. Ji ber vê hêrsa wê bû lehî û ber bi qereqola Gazî ve herikî. Gelê ku xwest qatil bên girtin, vê carê hêzên ewlekariyê gule li wan reşand. Di dema komkujiya Gazî de, Tansû Çîller Serokwezer, Nahît Menteşe Wezîrê Karê Hundir, Hanîfe Avci Serokê Daîreya Îstixbarata Midurê Giştî yê Polîsan, Mehmet Agar Midûrê Giştî yê Polîsan, Hayrî Kozakçioglu Waliyê Stenbolê û Hejdet Menzîr jî Midûrê Polîsan ê Stenbolê bûn. Ev berpirsên tetîkkêşane û divê bên ceza kirin.”
'Tişta dikeve ser milên me berxwedan e'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welat bi tevahî di bin tecrîdê de ye û wiha hat gotin: "Bi KHK'yan kedkar ji kar hatin derxistin. Bi qeyûmên ku hatin tayînkriin îradeya gelan tune hat hesibandin. Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan ji sedî 90 zêde bû. Bi operasyonên qirkirin siyasî re bêhiqûqiyek zêde tê meşandin. Hiqûqnas girtî ne û di grevê de ne. Li girtîgehan greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûye. Leyla Guven li dijî tecrîdê 125 roj e di greva birçîbûnê de ye û jiyana wê di xeterê de ye. Em bi îktîdareke ku ji hemû kesên derveyî xwe wekî terorîst dibîne re rûbirû ne. Tişta dikeve ser milê me ji bo ku komkujiyên nû pêk neyên berxwedan e."
Piştî daxuyaniyê, girseyê li cihê komkujî lê pêk hat qûrnefîl danîn û heya goristanê meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bila tecrîd rabe, Leyla bijî, “Leyla Guven ne bi tenê ye” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berz kirin. Girseya ku gehişt goristanê, qûrnefîl danîn ser goran.