Gelê Kobanê ji bo Leyla seferberî îlan kirin

  • 13:21 12 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran Gelê Kantona Kobanê tevgera bajarê xwe dan rawestandin û bi dirûşma "Girevên birçîbûna we dijminên mirovahiyê tirsandin", ji bo piştgiriya Leyla Guven daketin qadan.
 
Gelê Kobanê seferberiya piştgiriya ji çalakiya Leyla Guven a ku 125 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê de ye, ragihand. Di vê çarçoveyê de bi hezaran gelê Kantona Kobanê li qada Jina Azad kom bûn û bi hilgirtina wêneyên Leyla Guven û Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin.
 
Gel bi dirûşmeyên `Bijî berxwedana Leyla Guven`, `Em hemû Leyla ne` û `Bê serok Jiyan nabe` meşiyan, ber bi qada şehîd Egîd ve. Li vir meş veguherî mitîngê.
 
Di Mitîngê de endama meclîsa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yûsif wiha axivî: "Di roja salvegera serhildana 12`ê Adarê de ku li dijî zihniyeta Rêjîma BAAS`ê derket em dibêjin ku em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Li hemberî zihniyeta faşîzma dewleta Tirk ku vîna civakê nasnake û hurmet nake em serî natewînin . Çalakiyên grevên birçîbûnê di hundir Tirkî û li seranserî Kurdistanê de, di kesayeta Leyla Guven de tên li dar xistin hemû çalakî li dijî bê edaletiya dewleta Tirk e."
 
Çalakî bi bîranîna şehîdên serhildana Qamişlo û silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.