Rewşenbîrên Kobanê serhildana 12'ê Adarê silav kirin
- 13:03 12 Adar 2019
- Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi wesîleya salvegera serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek çapemeniyê dan û gotin: "Ji îro û pê de ne faşîzim û ne jî dagirker nikarin tevlîheviyê di navbera gelan de çê bikin. Ev gel êdî gelekî perwerdekirî ye û ji bilî ramana netewa Demokratîk ku wekheviya gelan esas digire tu ramanên din napejirînin."
Bi dehan ji rewşenbîrên Kobanê bi boneya 15'emîn salvegera serhildana 12`ê Adarê li qada jina azad daxuyaniyeke nivîskî ji çapemeniyê re dan.
Daxuyanî wiha ye:
Weke Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê, em ê vê mîrata hevgirtin û bi hev re jiyankirinê ya netewên Rojhilata Navîn ku di dîrokê de dest pê kiribû biparêzên. Van gelan bi hezarê salan weke xwişk û biran bi hev re jiyane. Gelek caran li hember hêzên ji derve Yekîtiya xwe çê kirine.
Ev jiyana aşîtiyane ku her neteweyê xizmeta wê dikir bi awayekî durist bê ku cudatî di navbera gelan de hebe berdewam kir û rehên têkiliya van gelan pir kûr û dûr çûn. Di warê çandî de ji hev bandor bûne û têkiliyeke baş ava bûye. Dîsa di bin sîwana ola îslamê de têkiliyeke xurt a gelan çê bûye. Her wiha di warê erdnîgarî de rengîniyeke pêş ketiye û erdîngariyeke sade ji neteweyekê nemaye. Mînaka vê yekê jî Sûriye ye ku Kurd, Ereb, Siryan, Çerkez û hwd..têde dijîn e.
Ji bo ku ev kombûna civakî ji hev bixin, jiyana bi ewle xerab dikin û şerekî di navbera gelan de pêş bixin. Hêzên dagirker û yên faşîst her di hewildana derxistina tevlîheviyan de bûn. Piştî ku pir caran hewil dan bi ser neketin, serî li hin rêbazên din dan ku ew jî ramanên Olperestî û Nijadperestiyê ne. Van ramanan tevî ku destpêkê zêde cihê xwe di nav civakê de negirtin, lê desthilatdarên faşîst berjewendiyên civakê bi pêşxistina wan re girêdan. Civak weke hev negirtin dest, cudatî xistin navbera wê û ramanên Nijadperestî û Olperestiyê li gelan ferz kirin. Nîjadperestan hebûna xwe li ser tunebûna gelan ava kirin. Van ramanan li giştî Rojhilata Navîn cih girtin û desthilatdaran bi vê rêbazê gihaştin berjewendiyên xwe.
Li Sûriyê jî ev her dû raman Nijadperestî û Olperestî ji aliyê desthilatdaran ve hatin meşandin. Bi taybet partiya BAAS'ê desthilatdar di riyan van ramanan re gelek neheqî li gelan kiriye. Vê desthilatdariya gelek mafên rewa ên netewên Kurd, Siryan, Çerkez û hwd paşguh kirin û bi demê re ew maf hatiye qedexe kirin. Bi vê jî pişaftina çandî û guhertinên demografî li herêmê kirin armanca xwe, lê girêdana gelê Kurd bi çand û welatê xwe re ev armanc têk bir. Ji ber vê yekê dest bi tevliheviyan kirin û di navbera gelan de, di dîroka 12.03.2004`an de şerek di stadyuma futbolê ya bajarê Qamişloyê de pêş xistin. Ew şer ji hêzên Rêjîma BAAS`ê re bû derfetekî ku êrîşî gelê kurd bike û zarokên Kurd şehîd bixin. Ji bo vê newekhevî û êrîşkirina ser gelê kurd li tevahî Rojavayê Kurdistanê û li hin bajarên Sûriyê serhildanê dest pê kir. Di serhildanê de bi dehan ciwanên Kurd şehîd ketin.
Ev serhildana gelê Kurd bû bersivek ji faşîzmê re û derbeyek herî xurt li Nijdarpertiyê xist. Her wiha dîwarên tirsê şikand û gelê Kurd dest bi daxwaza mafên xwe yên rewa kir. Ta ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Di şoreşê de jî hêzên dagirker û faşîst hewil dan ku careke din tevlîheviyê di nav gelan de çêbikin, lê ramanên Netewa Demokratîk, wekheviya gelan pêş ket. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re li dijî faşîzm û dagirkeriyê rabûn û şer kirin. Berê Têkiliyeke çandî di navbera wan de hebû, niha têkiliyeke xwînî jî heye. Van gelan bi xwîna xwe soz dane ku bi hev re vê riyê berdewam bikin û şoreşa xwe bi ser bixin. Ger ku çi astengî li ser riya wan hebin jî ew amedene ku berdewam bikin.
Ji îro û pê de ne faşîzim û ne jî dagirker nikarin tevlîheviyê di navbera gelan de çêkin. Ev gel êdî gelekî perwerdekirî ye û ji bilî ramana netewa Demokratîk ku wekheviya gelan esas digire tu ramanên din napejirînin. Di salvegera serhildana 12`ê Adarê de em tevahî şehîdan bi bîr tînin û bejina xwe li hember wan ditewînin."