Lîlwa Ebdullah: Mizgîniya rizgarkirina Dêra Zorê nêz bû
- 11:42 12 Adar 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
DÊRA ZORÊ - Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah rojên dawî yên Pêngava Tunekirina DAÎŞ' ê nirxand.
Bi destpêkirina pêngava bagera cizîrê DAÎŞ ber bi tunebû nê ve diçe û qefle bi qefle DAÎŞ teslîmê hêzên QSD'ê bûn. Têkildarî mijarê de Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah nirxandin kir.
Lîlwayê got ku: "Pêngav niha bi awayekî lawaz dimeşe da ku jiyana jin û zarokan nekevin xeteriyê. Di kêliyên pêş de em ê mizgîniya rizgarkirina Dêra Zorê ji gel, malbat û hevjînin şehîdan re ragihînin."
Pêngav ber bi kêliyên dawî ve diçe
Lîlwayê got pêşveçûna pêngava tunekirina DAÎŞ'ê ji Bakurê Sûriyê didome û wiha got:"Pêngav bi awayekî lawaz dimeşe da ku jiyana jin û zarokan nekeve xeteriyê. Em malbatên DAÎŞ ku xwe radestî hêzên QSD'ê dikin piştî ku hêzên me korîdoreke mirovî ji wan re vekir, ku piraniya wan jin û zarok in, pêşwazî dikin û hemû xwarin û vexwarinê ji wan re pêşkêş dikin. Kesê birîndar û nexweş jî derman dikin û paşê wan derbasî kampan dikin."
'Kobanê destpêka şikandina DAÎŞ'ê bû'
Lîlwayê teqez kir ku şikandina DAÎŞ'ê li Kobanê dest pê kir û li Dêra Zorê bi dawî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Bi têkçûna DAÎŞ' ê li Dêra Zorê êdî em dikarin bêjin ku hêzên YPJ/QSD' ê Bakurê Sûriyê bi temamî ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir. DAÎŞ wekî kabûsekê li ser tevahî mirovahiyê bû ne tenê li ser ewlehiya Sûriyê. Hêzên QSD'ê ew kabûs û rêxsitina DAÎŞ'ê têk bir. Em wekî hêzên QSD'ê kî bangewaziya me bike em ê bi hawara wan ve biçin. Li ku zilm û teror hebin dê QSD'ê şerê wan bike. Ewlehiya gel armanca me ye."
'YPJ'ê hêviya hezaran jinan pêk anî'
Lîlwayê rol û misyona YPJ'ê di Pêngavê de bibîr xist û ev yek anî ziman:"YPJ xwedî roleke girîng bû di pêngavê de ji ber ku bi hawara jinên ku gazî wan ve kirin hatin heman demê de soza ku dabûn jinên Êzîdî pêk anîn û li gorî hêvî û baweriya tevahî jinan bû. YPJ'ê zêdetirî 200 jin di nav de zarokên Êzîdî rizgar kirin her wiha gelek girtiyên QSD'ê jî bi operesyonên taybet jî rizgar kirin."
'Şerê guhertina zihniyeta DAÎŞ' ê didome'
Lîlwayê di axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna li dijî zihniyeta DAÎŞ'ê û wiha pêl da axaftina:"Rast e DAÎŞ di aliyê leşkerî de bi dawî bû lê şer û têkoşîna me ya hember guhertina zihniyeta ku çeteyan di mejiyê zarok û jinan de avakiriye, didome. Şerê herî giran û zehmet ê guhertina zihniyeta ku bi salan e di mejî de hatiye rûniştandine."
Em ê Efrînê jî rizgar bikin
Lîlwayê rizgarkirina Efrînê bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rizgarkirina Efrînê erka me ye û hember kiryar û dagirkeriya Dewleta Tirk em ê ber xwe bidin. Divê jin û xort tevlî hêzên YPJ/QSD'ê bibin."