Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdtîinê serlêdan kirin
- 11:41 12 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 797’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal û Faîk Ozgur bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 797’emîn serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.