Girtiyên DKP'yî dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 11:21 12 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Kesên ku ji ber doza DKP/Yekîtî girtîne ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin. Ji girtiyan Erol Dundar jî ji 1'ê Adarê heta niha dest bi greva bêdem û bêdorveger kirin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya grevê ya Leyla Guven ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan girtiyan dest bi grevê kirin. 
 
Piştgiriyên ji bo çalakiya grevê yên girtiyên PKK'yî û PAJK'î didomin. Kesên ku ji ber doza DKP/Yekîtî li Girtîgeha Girtî ya Tipa ya Kandirayê û li Girtîgeha Girtî ya Tipa F ya Kiriklar û li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê girtîne ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin. 
 
Her wiha ji girtiyan Erol Dundar jî ji 1'ê Adarê heta niha dest bi greva bêdem û bêdorveger kirin.