15 sal ji ser serhildana Adara 2004'an derbas bû

  • 11:03 12 Adar 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişloyê 15 sal li pişt xwe hişt. Di encama êrîşa BAAS'ê de bi gelek kes birîndar bûn hinek hatin qetilkirin û li girtîgehan îşkenceyên dijmirovî pêk hatin. Têkildarî mijarê de dayikên şehîdên serhildana 12’ê Adarê li bajarê Qamişloyê ew roj anîn ziman.   
 
Di 12'ê Adara 2004'an de li Bajarê Qamişloyê maça futbolê di navbera tîma Cîhad a Qamişloyê  û tîma Fituwa ya Dêrezorê  de li Stadyoma Qamişloyê hebû. Bi sedan kes jî berê xwe didan stadyomê da ku maçê temaşe bikin. Piştevanên Rêjîma BAAS'ê bi çekan derbas bûn, piştî ku maç dest pê dike hinek êlên Ereban ku ji aliyê Rêjîma BAAS'ê ve hatibûn rêxistinkirin bi çekan êrîşî Kurdên li stadyumê dikin. Polîsên Rêjîmê jî piştgiriya wan dikin. Di encama wê êrîşa pilankirî de 4 ciwanên Kurd şehîd bûn, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran jî hatin girtin. Piştî wê êrîşê li seranserê herêma Cizîrê, Kobanê û Efrînê gelê Kurd li dijî Rêjîma BAAS'ê meş dan destpêkirin. Di encamên meşê de 24 kes ji Qamişlo û  5 kes  ji Efrînê ji aliyê polîsan ve dîsa hatin qetilkirin. Hejmarek hatin girtin û rastî işkeceyê jî hatin.
Ev bûyer di dilê kurdên li Rojavayê Kurdistanê de çirûska yekemîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê da destpêkirin. Serhildana 12'ê Adarê bû bingeha Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê. Têkildarî mijarê de dayikên şehîdên serhildana 12’ê Adarê li bajarê Qamişloyê ew roj anîn ziman.   
 
'Ez bi şehadeta Ehmed serbilind im'
 
Dayika Şehîd Ehmed ê 25 salî, Eyîşan Salih Berekat wiha hestên xwe anî ziman:"Zarokê min mirovekî dilsoz  û gelek baş û zane bû, her devbiken bû. Ji her kesî pir hez dikir û di mal de hebûnek wî ya taybet hebû. Hezkirinek wî ya cuda hebû. Bi taybet  gelek ji  fitbolê hez dikir, piştî ku karê xwe diqedand, berê xwe dida stadyomê. Di roja 12’ê adarê de Şehîd Ehmed xwe hazir kir û berê xwe da stadyomê, piştî ku çû bi 20 deqeyan de telefon ji min re hat ku şer li stadyomê qewimiye. Min ji bavê wî re got bilez biçe sadyomê û Ehmed bînin malê. Bavê wî çû û destên wî girt da wî bîne malê, lê Ehmed nehat ev gotin ji bavê xwe re got “Ez xwe ji ber dijmin nadim alî û ez ê jî li dijî wan bisekinin”. Şehîd Ehmed û hevalên xwe jî kevir diavêjin wan. Ehmed bi guleke rêjîmê şehîd bû. Ez bi şehadeta Emed serbilind im, kurd tu car nikarin serî bitewînin. Lawê min serî netewand û şehîd ket.”
 
'Heta ku em bibin yek dê tu kesek nikaribe bi me'
 
Dayika Şehîd  Ciwan yê bi temenê xwe 17 salî bû, Aliya Sîrac wiha got:" Ciwan bi dilnizmiya xwe li her derê dihat naskirin, tevî ku bi temenê xwe biçûk bû. Derdê wî ew bû ku nehêle ez biwestim, bi min gelek girêdayî bû. Di roja 12’ê Adarê de berê xwe da stadiyomê da ku fitbolê temaşe bike, ji ber pir jê hez dikir. Saetek çû û agahî ji min re hat, min jî berê xwe da nexweşxaneya Ezîz Ferman, min dît ku çawa xortên kurdan birîndar bûne û xwîn ji canê wan diherike. Piştî wê jî min Ciwan li ber deriyê nexweşxaneyê dît ku li erdê dirêj bûye û deng jê nayê. Wê demê qirik li min zuha bû û ez nikarim xemgîniya xwe bi çend gotinan bînim ziman. Lê ez bi şehadeta Ciwan ser bilind  im. Ew ji bo doza xwe ew ji bo Gelê Kurd şehîd ket. Hêviya min ya herî mezin ew e ku em Kurd hemû bibin yek û li himber vî dijmin bisekinin. Heta ku em bibin yek dê tu kesek nikaribe bi me.”