'Çirûska 2004'an şoreşa jinê bi xwe re anî'
- 10:09 12 Adar 2019
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star Hebûn Êto têkildarî salvegera 15'emîn Serhildana Qamişloyê de got:"Raperîna 12'ê Adara 2004'an a Qamişloyê bingeha bidestxistina berhemên serkeftinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ava kir. Ji 2004'an heta 2019'an şoreşa jinê ya Rojava gihaşt asta herî bilind û modela jiyana demokratîk, wekhev û azad hat avakirin."
Di 12'ê Adara 2004'an de li Bajarê Qamişloyê maça futbolê di navbera tîma Cîhad a Qamişloyê û tîma Fituwa ya Dêrezorê de li Stadyoma Qamişloyê hebû. Bi sedan kes jî berê xwe didan stadyomê da ku maçê temaşe bikin. Piştevanên Rêjîma BAAS'ê bi çekan derbas bûn, piştî ku maç dest pê dike hinek êlên Ereban ku ji aliyê Rêjîma BAAS'ê ve hatibûn rêxistinkirin bi çekan êrîşî Kurdên li stadyumê dikin. Polîsên Rêjîmê jî piştgiriya wan dikin. Di encama wê êrîşa pilankirî de 4 ciwanên Kurd şehîd bûn, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran jî hatin girtin. Piştî wê êrîşê li seranserê herêma Cizîrê, Kobanê û Efrînê gelê Kurd li dijî Rêjîma BAAS'ê meş dan destpêkirin. Di encamên meşê de 24 kes ji Qamişlo û 5 kes ji Efrînê ji aliyê polîsan ve dîsa hatin qetilkirin. Hejmarek hatin girtin û rastî işkeceyê jî hatin.
Ev bûyer di dilê kurdên li Rojavayê Kurdistanê de çirûska yekemîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê da destpêkirin. Serhildana 12'ê Adarê bû bingeha Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê. Têkildarî 15'emîn salvegera serîhildanê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Hebûn Êto ji ajansa me re axivî.
'Rêjîma BAAS'ê ji dîrokê de li dijî Kurdan her dem planên qirêj pêk dianîn'
Hebûnê di destpêkê de bal kişand ser kiryarên Rêjîma BAAS'ê yên li dijî Gelê Kurd û wiha axivî: "Rêjîma BAAS'ê ji dîrokê de li dijî Kurdan her dem planên qirêj pêk dianîn. Bûyerên di 12'ê Adara 2004'an de mirov dikare weke komploya berê pilankirî binirxîne. Ji ber ku heger ne wiha ba, dê polîsan di kolan û taxan de ev êrîş pêk anîba, ne di listîkgehê de. Heger ciwanên kurd bizanibana êrîşeke wiha heye, dê bi amedekarî biçiyana stadê. Gelê Kurd li hember hemû gelan aştîxwaz in, ji bo vê jî gel bi armanceke cuda çûn li maçê binêrin. Lê zihniyeta Rêjîma BAAS'ê ew bûyer pêk anî. Komkujiya Sînema Amûdê ya di 1960'î de jî weke ya Qamişlo bû, ji ciwan û zarokên kurd re got werin Fîlim tamaşe bikin, paşê jî deriyên Sînemayê girtin û agir berdan 283 zarokan. Ji bo vê jî hewldanên Rêjîma BAAS'ê ji bo tunekirina Kurdan ji dîrokê de dest pê kirine, ne ji 12'ê Adara 2004'an bû."
'Gelê Kurd zilim qebûl nekir'
Di domandina axaftina xwe de Hebûnê behsa serhildanên ku li dijî pergalên dagirker derketine kir û wiha got: "Bûyerên 2004'an di hundirê gelê Rojavayê Kurdistanê de kelandinek çê kir. Gelê Kurd zilim qebûl nekir. Encama wê volkanê jî di 2011-2012'an de derket holê. Ne tenê Gelê Kurd hemû gelên li Sûriyeyê li dijî rejîmê nerazîbûnên xwe dianîn ziman. Her wiha li gelek bajarên din çirûska buhara Ereban rû da, li Tunis, Masir, Lîbiya û Yemenê gel xwe bi rêxstin kirin û bi dirûşma "Gel dixwaze pergal hilweşe" ne nerazîbûnên xwe ji Rêjîmê re anîn ziman. Lê dewletan ji bo van raperînan rawestînin Îslamiyet bi kar anîn. Ji bo ku di Rojhilata Navîn de dewleteke Îslamî ava bikin û serhildanên gel werin rûxandin, çeteyên DAIŞ'ê bi rêxistin kirin.
'Bi pêşengiya Gelê Kurd DAÎŞ têk çû'
Hebûnê diyar kir ku di axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê de xeyalên gelek komplogeran rûxiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe:"DAIŞ di bakur û rojhilatê Sûriyeyê de gelek bajar dagir kir. Di destpêkê de gel bi çavên tijî hêvî li DAIŞ'ê dinêrin. Weke ku dê çete ji wan re bibin bersiv û hemû xeyalên wan bi cih bînin. Lê dema ku gel di bin pergala wan de jiyan, ferq kirin ku ew hatin xapandin. Hemû pêkhateyên di Sûriyê de bi êrîş û zilma DAÎŞ'ê rû bi rû man. Ji bo vê jî mirov dikare bêje di roja îro de li Dêrezorê armanca DAIŞ'ê têk diçe û komploya li ser Rojhilata Navîn vala derdikeve. Ev yek jî bi saya yekîtiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, heger gelan rastiya DAIŞ'ê nedîtbana dibe ku DAIŞ tune neba. Hêz û vîna DAIŞ'ê hilweşiya û êdî nikare li ber xwe bide. Pêşengiya vê berxwedanê jî gelê Kurd kirin, şervanên YPJ/YPG û QSD'ê dawî li DAIŞ'ê anîn."
'Yekîtiya gelan modeleke nû bi xwe re anî'
Endama Koordînesyona Kongreya Star Hebûn Êto bi van gotinana dawî li axaftina xwe anî: "Bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhemek mezin derket holê. Ew jî buhara gelan e ku li bakur û rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê gihaşt asta herî jor û xwestekên hemû gelan bi cih anîn. Bersiv da hemû xwestekên gelan. Li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê modeleke demokratîk û wekhev bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bûye. Heqîqet, azadî, xwestek û hestên gelan bi ser ketin."