Li Cîzîrê 7 kes hatin girtin
- 09:15 12 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Ji 16 kesên ku li Cizîrê 3 roj berê hatibûn binçavkirin, 7 kes hatin girtin.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 8'ê Adarê de di encama serdegirtina malan de 14 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatibûn kirin û bi îdiaya "Endamê Rêxistinê" 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeeriya Cezayê Sulhê hatibûn kirin.
Dadgeeriya Cezayê Sulhê biryar da ku Agit Malgaz, Mehmet Turel, Ahmet Kaya, Abdurrahman Çakır, Suleyman Çagdavul, Salih Kalkan vû Mehmet Baki Îdigi bên girtin.
Vesile Sarıca, Zeynep Guler, Faysal Kolanç, Haci Goçmen, Faysal Ermagan, Mehmet Şerifoglu ve Abdulselam Durgut ên ku sewqî dadgeriyê hatin kirin jî bi şerdê kontrola edlî hatin berdan.
2 kesên ku hatibûn binçavkirin jî rojek berê serbest hatibûn berdan.
Di dema karê îfadeyê de Parlamenteraên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyin Kaçmaz bertek nîşanî girtinan dan.